Di êrişa Rûsyayê de 2 kes hatin kuştin, hevalbendên Ukrayanyê dicivin

Di êrişên Rûsyayê yên li ser Kîevê û derdora wê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn. Hevalbendên Ukraynayê îşev li Parîsê dicivin.

Di êrişa Rûsyayê de 2 kes hatin kuştin, hevalbendên Ukrayanyê dicivin
5 ÇILE, 2026   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê îro ragihand ku di êrişa hewayî ya Rûsyayê ya şeva borî ya li ser Kîevê û derdora wê de 2 kes kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî Reutersê, Servîsa Rewşên Awarte ya Hikumeta Ukraynayê ragihand ku li herêma Obolonsky a bakurê Kîevê ji ber êrişa hewayî agir bi tesîseke bijîşkî ket. Hate diyarkirin ku piştî vemirandina agir cenazeyek di tesîsê de hat dîtin.

Hevalbendên Ukraynayê der barê şerê di navbera herdu welatan de îşevê li Parîsê dicivin.

(b)