Koçberên Efrînê: Dawî li dagirkeriyê bînin!

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê banga derxistina dagirekran ji warê wan û garantiya ewle ya vegerê kir.

Koçberên Efrînê: Dawî li dagirkeriyê bînin!
28 hezîran, 2025   13:12
QAMIŞLO

Bi dehan koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê li pêşiya avahiya Weqfa Koçberên Efrîn-Şehbayê ya li bajarê Dêrikê kom bûn û daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama weqfeyê Nesrîn Şeibo ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûc û binpêkirinên dermirovî li dijî şêniyên Efrînê didomînin, lê hêzên navneteweyî li hemberî van sûcan bêdeng in.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin "Piştî serketina berxwedana gelê me û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li eniya, QSD’ê bûye garantor û parêzvanên destkeftiyên siyasî û leşkerî. Lihevkirinek di navbera QSD û hikumeta veguhêz de çêbû. Ji bendên vê lihevkirinê jî vegera ewle û parastî ya koçberan bo warên wan e. Lê hikumeta veguhêz ev lihevkirin paşguh kiriye û binpêkirinên ji aliyê komên çekdar ve li Efrînê zêdetir bûne."

Di daxuyaniyê de ev bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî hat kirin "Bilez destwerdanê bikin, ji bo garantiya vegera ewle û bi rûmet a koçberan li herêmên wan berpirsyariyên xwe bi cih bînin, tevahî komên çekdar ji Efrînê derxin, milkan li xwediyên wan vegerînin, bêyî şer û qeydan tevahî girtiyan serbest berdin."

(bb)