Di êrişa li Xezayê de 28 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya vê sibehê li ser Xezayê de 28 kes hatin kuştin.

Di êrişa li Xezayê de 28 kes hatin kuştin
31 ÇILE, 2026   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Parastina Sivîl, di êrişên esmanî yên Îsraîlê li deverên cuda yên Xezayê de 28 kes hatin kuştin, di nav wan de jin û zarok jî hene. Artêşa Îsraîlê got ev êriş bersiva binpêkirinên Hemasê yên agirbestê ne.

Tevî ku agirbesta bi navbeynkariya Amerîkayê di destpêka vê mehê de derbasî qonaxa xwe ya 2'emîn bû jî, êrişên li axa Filistînê dewam kirin.

Ev rageşiya dawî piştî ku Îsraîlê roja yekşemê deriyê Refehê yê girîng ê di navbera Xeza û Misrê de ji nû ve vekir pêk hat.

Dezgeha Parastina Sivîl li Xezayê ragihand ku tîmên rizgarkirinê 28 kesên jiyana xwe ji dest da ji bin kavilan derxistin û hin winda jî di bin kavilan de ne.

(ac/fr)

ANHA