Di êrişa li Reqayê de 2 nobedar şehîd bûn

QSD`ê aşkera kir ku 2 nobedarên nivîsgeha rêveberî ya Meclisa Leşkerî ya Reqayê di êrişa vê sibê de şehîd bûne. Her wiha da zanîn ku li gorî lêgerîn û delîlan şaneyên DAIŞ`ê li dû bûyerê ne.

Di êrişa li Reqayê de 2 nobedar şehîd bûn
27 adar, 2024   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişa vê sibê ya li Reqayê daxuyaniyek da.

Hêzê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin: "Saet di 12:30`an de li dijî nivîsgeha rêveberî ya Meclisa Leşkerî ya Reqayê ya li taxa Diriye ya rojavayê Reqayê êrişeke terorîst ji aliyê komeke terorîst ve çêbû. Di encamê de 2 nobedarên nivîsgehê şehîd bûn."

QSD`ê diyar kir ku di xebatên lêgerînê de terorîstek birîndar bûye û hatiye destgîrkirin û terorîstên din reviyane lê belê xebatên lêgerînê berdewam in.

QSD`ê aşkera kir ku li gorî delîl û lêpirsînên destpêkê, şaneyên DAIŞ`ê li dû êrişê ne.

(şx)