Xwepêşandanên li Siweydayê berdewam in

Şêniyên Siweydayê xwepêşandanên xwe ji 6 mehan ve didomînin. Şênî banga veguhastina siyasî û pêkanîna biryara NY`yê ya bi hejmara 2254’an dikin.

Xwepêşandanên li Siweydayê berdewam in
Xwepêşandanên li Siweydayê berdewam in
Xwepêşandanên li Siweydayê berdewam in
Xwepêşandanên li Siweydayê berdewam in
Xwepêşandanên li Siweydayê berdewam in
27 adar 2024   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şêniyên Siweydayê li qada Kerame kom bûn û careke din teqezî bi daxwazên xwe kir ku ji zêdetirî 6 mehan ve banga veguhastina siyasî û pêkanîna biryara NY`yê ya bi hejmar 2254’an, bidawîkirina desthilata El Esed û serbestberdana girtiyan dikin.

Xwepêşandêran pankartên "Biryarên rejîmê kujer in û ciwanên me qurbanî ne" û gelek pankartên din hildan.

Ji 15`ê Tebaxê ve şêniyên Siweydayê derdikevin xwepêşandanê. Lê belê hikumeta Şamê daxwazên wan paşguh dike.

BIRYARA 2254 ÇI YE?

Biryara 2254'an, 18'ê Kanûna 2015'an ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ve bi yekdengî hate qebûlkirin. Di biryarê de tê xwestin li Sûriyeyê agirbest û çareseriyeke siyasî pêk bê û mîsyoneke Neteweyên Yekbûyî çavdêriya agirbestê bike.

Her wiha li gorî biryarê divê di nava 6 mehan de hikumetek bê avakirin û dinava 18 mehan de jî hilbijartinên serbixwe û di bin çavdêriya NY'yê de pêk bên.

(şx)

ANHA