Di êrişa li Kobanê de endamekî Asayîşê şehîd bû

Endamekî Hêzên Asayîşê ku di êrişa duh de li Kobanê birîndar bûbû, vê sibehê şehîd bû.

Di êrişa li Kobanê de endamekî Asayîşê şehîd bû
24 cotmeh, 2024   10:50
KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker duh bi balafirên bêmirov ên biçek navenda bajarê Kobanê û bendeke kontrolê ya Hêzên Asayîşê ya li başûrê bajar bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de 3 endamên Asayîşê bi giranî birîndar bûn.

Endamê Hêzên Asayîşê Henûş Bekê ku bi giranî birîndar bûbû, vê sibehê şehîd bû.

Cenazeyê şehîd Henûş Bekê dê saet di 15.00ˈan de bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle were veşartin.

13 ŞEHÎD

Di êrişên li ser bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn-Şehbayê de zarokek û 4 kesên din şehîd bûn. Navên şehîdan ev in: Mihemed Îbrahîm Şêxo (55) ji gundê Qasim ê Efrînê ye, Melek Şiyar (5). Navên du şehîdên din nehatin zanîn.

Di êrişa li ser stasyona gazê ya Siwêdiyê de jî 8 karkerên stasyonê şehîd bûn.

Bi vê yekê hejmara şehîdên êrişên dagirkeriyê yên ji şevê din heya vê sibehê, dibe 13.

(bb)

ANHA