Di êrişa li kampa penaberan a Sûdanê de 75 kes mirin

Li herêma Darfûr a Sûdanê li dijî kampa penaberan a bi navê Abû Çok êrîşeke bi balafirên bêmirov hat kirin û di encamê de 75 kes mirin.

Di êrişa li kampa penaberan a Sûdanê de 75 kes mirin
19 îlon, 2025   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Awarte ya kampê, ragihand ku roja înê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) yên paramîlîter ve mizgeftek hatiye hedefgirtin. Li gorî çavkaniyên xwecihî, sivîlên di hundirê mizgeftê de di bin kavilan de asê mane û gelek cenaze hatine dîtin. Li gorî agahiyên ewil herî kêm 75 kes jiyana xwe ji dest dane.

Êrîş di dema hewldanên HDK'ê yên ji bo bidest xistina El Feşîr paytexta Darfûrê de pêk hat. El-Feşîr bajarê herî dawî yê mezin ê herêmê ye ku di bin kontrola Artêşa Sûdanê (SAF) de ye. Şerê di navbera SAF û HDK'ê de ji Nîsana 2023'yan vir ve didome û bûye sedema mirina bi hezaran û koçberbûna bi mîlyonan kes.

Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku di 6 mehên destpêkê yên 2025'an de li Sûdanê herî kêm 3 hezar û 384 sivîl hatine qetilkirin û tundiya etnîkî li Darfûrê zêde dibe.

Rayedarê Komîseriyê Li Fung li Cenevreyê axivî û bal kişand ser zêdebûna komkujiyên sivîlan û got, "Her roj em ji qadê raporên xeternak digirin."