Di êrişa li dijî depoya genim de 300 ton genim telef bûn

Di encama êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî depoya genim li başûrê Kobanê de 300 ton genimê depokirî telef bûn.

Di êrişa li dijî depoya genim de 300 ton genim telef bûn
21 kanûn, 2024   18:45
KOBANÊ

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya bajarê Sirînê depoya genim a girêdayî kantona Firatê bombebaran kir. Li gorî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di encama êrişê de 300 ton genimê depokirî telef bûn.

Girêdayî mijarê, hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya kantona Firatê Gulistana Şêx di encama bombebaranê de mîqadreke mezin ji genimê depokirî şewitî, lê tun windahî çênebûn.

Tîmên agirkujiyê, agir vemirand û nehişt belav bibe.

(fr)

ANHA