Li Helebê û Dêrazoê bermahiyên şer teqiyan: 8 zarok birîndar bûn

Di encamêa teqîna bermahiyên şer li gundewarê Heleb û Dêrazorê de zarokek hat qetilkirin û 8 zarok jî birîndar bûn.

Li Helebê û Dêrazoê bermahiyên şer teqiyan: 8 zarok birîndar bûn
21 kanûn, 2024   18:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li gundê Orm el Suxra yê rojavayê gundewarê Helebê bermahiyên şer teqiyan, di encamê de 8 zarok birîndar bûn.

SOHRˋê diyar kir ku li gundê Hîsan ê rojavayê gundewarê Dêrazorê jî bombeyek teqiya, di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Li seranserî erdnîgariya xaka Sûriyeyê bermahiyên şer belav bin û ew xeteriyên mezin li ser jiyana welatiyan çêdikin.

(fr)