Dîmenên rûxandina tanka çeteyan li Bendava Tişrînê

Yekîneyên Hewayî yên QSDˋê li derdora bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê tankeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker rûxand.

Dîmenên rûxandina tanka çeteyan li Bendava Tişrînê
21 kanûn, 2024   19:53
NAVNEDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beriya çend kêliyan dîmenên rûxandina tanka çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji hêla Yekîneyên Şehîd Harûn ên Tabyet bi Operasyonên Hewayî ve parve kirin. Ew yek di çarçoveya bersivdana êrişên çeteyan li derdora Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate kirin.

Di dîmenan de aşkera dibe ku çawa dron li tanka çeteyên dewleta Tirk a dagirker dide û dirûxîne.

(fr)

 ANHA