Di êrişa Kobanê de jin û mêr birîndar bûn

Di bombebarana balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyekê li rojhilatê Kobanê de jin û mêrek birîndar bûn.

Di êrişa Kobanê de jin û mêr birîndar bûn
18 nîsan, 2024   23:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend kêliyan balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker li gundê Ênbetê yê li rojhilatê Kobanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên nûçegihana me ji bajêr dane, di erebeyekê de Elî Mistefa Osman û hevjîna wî Helîme Mihemed Osman hebûn, di encamê de birîndar bûn û rakirina nexweşxaneyê.

(fr)

ANHA