Helîkopterek kete xwarê: Fermandarê artêşa Kenya û 9 serbaz mirin

Li gorî jêderekî polîsan, li rojavayê Kenyayê helîkopterek kete xwarê, di encamê de berpirsên leşkerî, di nav de fermandarê artêşê û 9 serbaz mirin.

Helîkopterek kete xwarê: Fermandarê artêşa Kenya û 9 serbaz mirin
18 nîsan, 2024   23:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Kenyayê William Ruto diyar kir ku ji ber rûxandina helîkopterekê li rojavayê Kenyayê fermandarê artêşê û 9 serbazên din mirin û 2 kes jî rizgar bûn.

Li gorî jêderekî polîsan, di helîkopterê de berpirsên leşkerî, di nav de fermandarê artêşê Francis Omondi Ogola hebûn.

(mh)