Rêveberekî Asayîşa Kobanê hevdîtina li Helebê nirxand

Xelîl Osman Ebdo diyar kir ku wan di civîna Hêzên Asayîşa Kobanê û Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê de mekanîzmayên pêkanîna bendên lihevkirina 29ˊê Çileyê û dorpêça li ser Kobanê nîqaş kirine.

Rêveberekî Asayîşa Kobanê hevdîtina li Helebê nirxand
9 sibat, 2026   13:14
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Şandeyek ji Asayîşa Kobanê duh çû Helebê û bi rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hikumeta demkî re hevdîtin kir.

Der barê hevdîtinê de endamê Rêveberiya Asayîşa Kobanê Xelîl Osman Ebdo ku di şandeyê de cih giritibû de ji ajansa me re axivî.

`WÊ NÊZÎ DEH XAL WERIN ÇÊKIRIN`

Xelîl Osman Ebdo diyar kir ku civîn di çarçoveya pêkanîna lihevkirinên ku hatine kirin de pêk hat û got: "Di çarçoveya pêkanîna bendên lihevkirinê de, destpêkê li gundê Şêxler ê girêdayê bajarê Qinê kar û xebat hatin meşandin.  Wê piştre li aliyê Çelebî û Sirînê jî xebat were meşandin. Li ser van xalan nîqaş hatin kirin û lihevkirin li ser pêkanîna wan çêbûn. Wê nêzî 10 xalên hevbeş di navbera Hêzên Asayîşê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hikumetê de werin avakirin."

`JI BO RAKIRINA DORPÊÇA LI SER KOBANÊ NÎQAŞ HATIN KIRIN`

Xelîl Ebdo destnîşan kir ku ji bo aramî û aştî li herêmê pêk werin û ji bo Kurd û Ereb bi hev re di ava aramiyê de bijîn nîqaş pêş ketin.

Ebdo da zanîn ku dorpêça li ser Kobanê xaleke girîng a civînê û ev agahî dan: " Di cîvîn de rakirina dorpêça li ser Kobanê, vekirina hemû rêyan, her wiha vegera koçberan li warê xwe hatin nîqaşkirin."

Xelîl Ebdo diyar kir ku ev xal bi erênî hatin nîqaşkirin û diyar kir ku di demên pêş de wê hevdîtin berdewam bikin û tiştên baş werin çêkirin.

ANHA