Di êrişa Îsraîlê ya li dijî Xezayê de zêdetirî 200 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê duh bi şev bi dijwarî êrişî Xezayê kir, tê gotin zêdetirî 200 kes hatine kuştin.

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî Xezayê de zêdetirî 200 kes hatin kuştin
18 adar, 2025   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya erebî, artêşa Îsraîlê duh bi şev Xezayê bi dijwarî bombebaran kiriye, tê gotin êrişî Filistiniyên ku ji cihên xwe derketine hatiye kirin, dibistanên ku penaber têde bûn hatine bombekirin.

Li gorî çavkaniyan di encama êrişê de herî kêm 232 Filistiniyan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku êriş bi fermana serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Yisrael Katz pêk hatiye.