SOHR: Di rojekê de 63 kes hatin kuştin

Li gorî SOHR’ê, li Sûriyeyê di 24 saetên dawî de yek jê zarok bi kêmanî 63 kes hatine kuştin.

SOHR: Di rojekê de 63 kes hatin kuştin
18 adar, 2025   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), da zanîn ku di 24 saetên dawî de li deverên cuda yên Sûriyeyê bi kêmanî 63 kes hatine kuştin.

Li gorî SOHR’ê, li gundê Ezîziyê yê Sehil El Xab ê Hemayê di êrişa komeke çekdar de 3 kes hatin kuştin.

Der barê perava Sûriyeyê de jî, li Laziqiyê 50 kes û li Tertûsê jî 7 kes ji aliyê çekdarên desthilata Şamê ve bi guleyan hatin îdamkirin.

SOHR’ê destnîşan kir ku ji ber teqîna bermahiyên şer jî li bajarokê Neîma yê rojrhilatê Derayê kesek, li bajarokê Şefa yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê jî kesek û li bajarokê Kefer Nibul ê başûrê Idlibê kesek din hatin kuştin.

(bb)