Îsraîlê êrişî Derayê kir: Kuştî û birîndar

Balafirên şer ên Îsraîlê gelek caran êrişî gundewarê Derayê û nuqteyên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê ya berê kir, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Îsraîlê êrişî Derayê kir: Kuştî û birîndar
17 adar, 2025   23:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Îsraîlê gelek caran Lîwaya 132’an a li Derayê bombebaran kir. Li gorî agahiyan birîndarî çêbûn.

Malpera Dera 24 diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê Foca 175’an û nuqteyên derdora bajarê Izre yê gundewarê Dera El Ewset bombebaran kirin, di encamê de 5 kes birîndar bûn û navên hin ji wan hatine aşkerakirin û wiha ne; Ehmed Husam Kertlî û Mihemed Omer Ebû Nebot.

Li gorî raporên xwecihî jî, di encama êrişa Îsraîlê de 2 sivîl hatin kuştin û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî diyar kir ku ji destpêka îsal ve, Îsraîlê 29 caran xaka Sûriyeyê hedef girtiye; ji wan 27 hewayî û 2 jî bejahî ne. Di encama wan êrişan de nêzî 36 armanc di navbera depoyên çekan, cebilxane, baregeh, navend û alavan de, hatine wêrankirin.

(fr)