Di êrişa Îsraîlê li ser Mezê û Qudsiya yên Şamê de 4 kes hatin kuştin

Balafirên şer ên Îsraîlê li Mezê û Qudsiya yên Şamê 2 avahî bombebaran kirin, li gorî agahiyên destpêkê li Mezê 4 kesên nasnameyên wan ne diyar hatin kuştin, avahî hat wêrankirin û şewat çêbû.

Di êrişa Îsraîlê li ser Mezê û Qudsiya yên Şamê de 4 kes hatin kuştin
14 mijdar, 2024   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke şer a Îsraîlê li nêzî çerxerêya Seraya ya li taxa Mezê Vêlat a Şamê avahiyeke ji 3 qatan bombebaran kir, her wiha balafireke din a şer a Îsraîlê li nêzî mizgefta Sehabe ya li Qudsiya yê gundewarê Şamê avahiyeke bombebaran kir.

Di encama êrişan de teqînên mezin çêbûn û dûman ji her du nuqteyan derket. Erebeyên ambulancê lez da cihê bûyerê. Li gorî dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Şamê, di encama êrişa li Mezê de 4 kesên nasnameyên wan ne diyar hatin kuştin.

 (fr)