5 bazirganên hişbirê li Minbicê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kantona Minbicê 5 bazirganên hişbirê girtin.

5 bazirganên hişbirê li Minbicê hatin girtin
5 bazirganên hişbirê li Minbicê hatin girtin
5 bazirganên hişbirê li Minbicê hatin girtin
5 bazirganên hişbirê li Minbicê hatin girtin
5 bazirganên hişbirê li Minbicê hatin girtin
14 mijdar, 2024   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî agahiyên der barê girtina 5 bazirganên hişbirê li Minbicê de belav kirin.

Navendê diyar kir ku hêzan di 14ˋê Mijdarê de 5 bazirganên madeyên hişbirê di nava bajarê Minbicê de girtin.

Navendê destnîşan kir ku hêzên beşa Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê agahî wergirtin ku bazirgan û belavkerên madeyên hişbirê li Minbicê hene û di nava 4 taxan de hişbirê belav dikin. Hêzan bi ser wan her 5ˋan de girtin û ew girtin. Ev tişt li cem wan hatin dîtin û desteserkirin; 104 gram Crystal meth, 14,5 gram hevîra heşîşê û pîvera firotinê, laptop, telefon, kembera belavkirinê û kêr.

Li gorî navendê, hêzan diyar kir ku ew kedên xwe yên serdegirtina bazirgan, belavker û bikarhênerên madeyên hişbirê li tevahî herêman didomînin û ji bo hesabpirsînê wan ji aliyên têkildar re radkin.

(fr)