Di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin

Di êrişa hêzên Îsraîlê ya li Cibalya ya li bakurê Xezayê de ciwanekî filistînî hat kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin
13 kanûn, 2025   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Filistînê, li herêma Cibalya ya bakurê Xezayê di êrişa hêzên Îsraîlê de ciwanekî 18 salî hat kuştin.

Heman navendê diyar kir ku balafirên Îsraîlê rojhilatê Xan Yûnisê û rojhilatê Refetê bombebaran kirin û avahî rûxandin.

Çavkaniyan da zanîn ku bombebarankirina herêmên rojhilatê Refehê, Xan Yûnis û Xezayê heya vê sibehê berdewam kirin.

Navenda Ragihandinê ya Filisîtnê ragihand ku hêzên Îsraîlê agirbesta ku 10’ê Cotmeha borî dest pê kiriye bin pê dike û daxuyand ku ji dema agirbestê derdora 390 kes hatine kuştin û zêdetirî hezar kes birîndar bûne.

Aliyên filistînî, îsraîlî û nûnerên navneteweyî hewldanên pêkanîna plana serokê DYA’yê Donald Trump ji bo bidawîkirina şer didomînin.

Ajansa Alîkarî û Kar a ji bo Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) îro ragihand ku Îsraîl rê li ber ketina rasterast a alîkariyên mirovî bo Xezayê digire. UNRWA hişyarî da ku rewşa mirovî bi hatina zivistanê xerabtir dibe. Ajansê diyar kir ku alîkariyên wê ku têra nêzîkî 1.3 milyon mirovan dikin, li derveyî Xezayê ne.

(b)