Di êrişa Îsraîlê de 2 fermandarên din ên Îranê hatin kuştin

Serfermandariya Artêşa Îranê ragihand ku du fermandarên din ên leşkerî yên Îranê Xulam Riza Mehrabî û Mehdî Rebanî, di êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê de hatine kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de 2 fermandarên din ên Îranê hatin kuştin
14 hezîran, 2025   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Serfermandariya Artêşa Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişek ya Îsraîlê ya li ser Îranê de du fermandarên leşkerî yên Îranê Xulam Riza Mehrabî û Mehdî Rebanî hatin kuştin.

Hate diyarkirin ku Xulam Riza Mehrabî alîkarê serfermandarê artêşa Îranê ji bo karûbarên îstîxbaratî bû û Mehdî Rebanî jî alîkarê serfermandarê artêşa Îranê ji bo operasyonên leşkerî bû.