Bazarên Qehîre-Enqere û îslama siyasî ya li Tûnisê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî diyar kirin ku Misir û Tirkiye bazareke oportunîst li Somalî û gelemperiya Afrîkayê pêk bînin. Têkildarî şerê Îsraîlê û Hizbullahê jî destnîşan kirin ku hesayeta leşkerî û zextên herêmî û navneteweyî bandor li derbeya Îsraîlê ya li Îranê kir. Rojnameyan îşaret pê kir ku îslama siyasî li Tûnisê derbeyeke nû xwar.

Bazarên Qehîre-Enqere û îslama siyasî ya li Tûnisê rojevên rojnameyên erebî ne
14 cotmeh, 2024   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bazara Enqere û Qahîre ya li Afrîka, şerê Îsraîl û Îran, her wiha rewşa Tûnisê nirxandin.

`TIRKIYEYA OPORTUNÎST BÊ SEDEM DOSYAYA SOMALIYÊ DANANIYE ALIYEKÎˈ

Rojnameya El Ereb çavnebariyên Tirkiye yên li Afrîka û bazarên wê yên bi Misirê re nirxandin. Li gorî rojnameyê "Ji ber sedemekê Misiriyan biryar da ku senaryoya Tirk dûbare bikin; li şûna baregeha Sewakin a li Sûdanê  vaye diçîn Erîtreyê, lê şert û mercên têkiliyên navbera Tirkiye û Somaliyê wekî xwe dihêlin, tenê dixwazin rola Tirkiyê bi rola Misirê biguherînin."

Hate gotin, misirî bawer dikin ku ew dikarin li Kevana Afrîkayê ya ku Tirkiye bi ser neketiye de bi ser bikevin.

ˈDERENGXISTINA DERBEYA ÎSRAÎLÊ YA LI SER ÎRANÊ: GELO HESABÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ KIRIYE?ˈ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî şerê Îsraîl û Îranê kir rojev. Rojnameyê diyar kir ku "Derengxistina bersiva Îsraîlê ya li dijî Îranê ne tenê şerekî psîkolojîk e yan jî hewldaneke ji bo şidandina damaran e, lê belê mijar girêdayî sedemên objektîf ên amadekariya derbeyeke bandorker, diyarkirina armancê û hesabên navneteweyî û herêmê."

Rojnameyê ku cih daye nirxandinên pisporên kar û barên ewlehî û stratejîk  wiha got "Pêkanîna serketineke kamil di derbeya li dijî binesaziya nukleerî de wê bibe sedema karesateke xwezayî. Pêkanîna serketineke qismî jî tê wateya binkeftina derbeya hêzên Îsrîalê. Li ser vê yekê divê hesab kur û zelal bin, divê li cihên stratejîk ên xetere neyên xistin. Divê baregehên leşkerî yên girêdadyî Pasdarên Îranê bêne xistin bêyî ku rewş ber bi xetereyên mezin ve bêne birin."

ˈÎSLAMA SIYASÎ LI TÛNISÊ DERBEYEKE NÛ XWARˈ

Rojnameya Independent a Erebî amaje bi wê yekê kir ku biryara desthilata Tûnisê ya qedexekirina sefera 40 rayedarên Tevgera Nehda ya Îslamî di çarçoveya "lêkolînên berfireh ên li ser mijara nakok a komploya li dijî ewlehiya dewletê de hatiye dayîn".

Li gorî rojnameyê, siberojê Îslama siyasî di qada herêmî û navneteweyî, bi taybetî piştî geşedanên piştî bûyerên li Xezayê dê bandoreke mezin li cihê tevgerên îslama siyasî bike. Her wiha hate gotin, ev yek jî dê roleke girîng di avakirina siyaseta herêmê de bilîze.

Hate bi bîrxixstin rayedarên refa yekemîn a Tevgera Nehdayê wekî serokê tevgerê Raşîd El Xenûşî û cîgirên wî Elî El Erîd, Nûredîn Behrî û yên dîtir beriya mehekê hatinbû sekinandin, lê bi hilbijartina Qeys Seîd ji bo demeke nû ya serokkomariya welat re  qedexeya sefera hin rayedarên din ên tevgerê bûye cihê pirsan li ser siberojê tevgerê.

(bb)