Di êrişa Dêr Hafirê de 6 welatî şehîd bûn

Di êrişên komên çete yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li dijî bajarê Dêr Hafirê yê rojavayê kantona Tebqayê de 6 welatî şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bû.

Di êrişa Dêr Hafirê de 6 welatî şehîd bûn
8 ÇILE, 2026   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, komên çete bi dron û topan êrişî bajarê Dêr Hafirê yê rojavayê kantona Tebqayê kir, di encamê de 6 welatî di nav de zarok şehîd bû û hejmarek welatî jî birîndar bûn.

Komên çete êrişî derdora deriyê, derdora Nexweşxaneya Raid, nêzî firna Dêr Hafirê kir, bi wê re gelek zirar çêbûn.

Navên şehîdan: Selah Îd El Eyûb (25)

Usama Îd El Eyûb (16)

Ebdullah Ebdulqadir (15)

Melak Rakan El Cerab (12)

Mihemed Cerab El Tirîbî (30)

Cuma Ehmed El Cuma (20)

Ev êriş hemwextî êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê pêk hatin.

(fr)

ANHA