Çeteyên hov êrişî nexweşxaneyê kirin

Çeteyên Hikûmeta Demkî û dewleta Tirk êrişî Nexweşxaneya li Şêxmeqsudê kirin. Li nexweşxaneyê gelek birîndar û nexweş hebûn.

Çeteyên hov êrişî nexweşxaneyê kirin
8 ÇILE, 2026   20:25
HELEB

Çeteyên ku ev 3 rojin bi hemû cure çekên giran êrişî taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye dikin, vê carê  nexweşxane kir hedef.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandin, çeteyan Nexweşxaneya Xalid Fecir a li Şêxmeqsud topbaran kir.

Di nexweşxaneyê de gelek nexweş û birîndar dihatin dermankirin.