Di êrişa balafirên Îsraîlê de 30 kes hatin kuştin

Di bombebarana balafirên Îsraîlê ya li dijî Kampa El Nisêrat a Xezayê de, 30 kes hatin qetilkirin.

Di êrişa balafirên Îsraîlê de 30 kes hatin kuştin
29 tîrmeh, 2025   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîfa El Medenî (Parastina Sivîl) a Xezayê diyar kir şeva duşemê balafirên şer ên Îsraîlê li dijî kampa El Nisêrat a li Xezayê êriş pêk anî. Di êrişê de piraniya wan jin û zarok, herî kêm 30 kes hatin kuştin.

Berdevkê Parastina Sivîl a Xezayê Mehmûd Besel der barê mijarê de agahî dan AFP’ê û got: “Komkujiyeke nû li kampa Nisêrat pêk hat. Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî hin malên welatiyan ên li kampê kir. Piraniya kesên hatine kuştin, jin û zarok in. Ew rakirin nexweşxaneya El Ewde ya li heman kampê.”

Bi zêdebûna êrişan li ser Xezayê re alozî û birçîbûna li Xezayê zêde bûye. Zextên civata navneteweyî jî zêde bûne, lewma Îsraîlê di dawiya hefteyê de îdia kir ew ê êrişên xwe yên li ser Xeza û Dêr El Beleh rawestîne. Tê payîn rêyên alîkariyê yên ewle werin vekirin. Di heman demê de xebatên gihandina alîkariyan bi rêyên hewayî ku ji aliyê civata navneteweyî dihate kirin, careke din dest pê bikin.

Li gorî daneyên dawîn ên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji 7ˋê Cotmeha 2023ˋan ve heya niha 60 hezar û 36 filistînî hatine kuştin û 145 hezar û 870 kes jî birîndar bûne.

(dc)