Ji bo şehîd Şervan Tirbespiyê merasîm hat lidarxistin

Ji bo gerîlayê HPG’ê Şervan Tirbepsiyê (Kawa Cûma) ku 29’ê Nîsana 2019’an li Garê şehîd bûbû, merasîma xiyabî hat lidarxistin.

Ji bo şehîd Şervan Tirbespiyê merasîm hat lidarxistin
Ji bo şehîd Şervan Tirbespiyê merasîm hat lidarxistin
Ji bo şehîd Şervan Tirbespiyê merasîm hat lidarxistin
Ji bo şehîd Şervan Tirbespiyê merasîm hat lidarxistin
Ji bo şehîd Şervan Tirbespiyê merasîm hat lidarxistin
Ji bo şehîd Şervan Tirbespiyê merasîm hat lidarxistin
29 tîrmeh, 2025   14:08
QAMIŞLO

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku gerîlayê wan Şervan Tirbespiyê (Kawa Cûma) 29’ê Nîsana 2019’an li herêma Garê şehîd bûye.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê îro ji bo şehîd Şervan Tirbespiyê merasîmeke xiyabî li pêşiya mala wî li bakurê bajar li dar xist. Şêniyên bajar û gundewarên Tirbespiyê, tevî endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û hêzên ewlehiyê û yên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Nûredîn Şakir axivî û got: "Xwîna pêkhateyên herêmê ku di qadên têkoşînê de bû yek û hişt jiyana hevbeş xurt bibe û hewldanên derxistina fitneyê têk biçin.”

Nûredîn Şakir anî ziman ku yekitiya pêkhateyan bû bingeha avakirina saziyên sivîl û hêzên parastinê.

Hevserokê rêxistina PYD’ê ya kantona Cizîrê Mihemed Ebdurehîm jî diyar kir ku gelê herêmê li hemberî komployên nanveteweyî sekinî û civaka Êzidî jî mînak vê yekê ye.

Mihemed Ebdurehîm di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gerîlayên HPG’ê jî û got: "HPG’ê her tim li hember terorê parastina gel dike û îro jî destê xwe ji bo aştiyê dirêj kiriye."

Ebdurehîm bang li dewletên herêmê kir ku piştgiriyê bidin banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan.

Nûnerê Kongra Îslama Demokratîk Mele Mûsa Mihemed jî di axaftina xwe de bal kişand ser bîranîna şehîdan di nava civakan de û bang li pêkhateyên herêmê kir ku destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Di dewama merasîmê de rêveberê Meclisa Têkiliyên Leşkerî ya Tirbespiyê û Çilaxayê Seyîd Silo axivî û anî ziman ku QSD’ê tevahiya pêkhateyên herêmê diparêze, ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, adilane ku mafên hemûyan mîsoger bike kar dike, armancên şehîdan jî bi cih tîne.

Endama Kongra Star Xaliya Ehmed jî îşaret bi rola jinan di şoreşa Rojava de û berdêlên ku dane, kir. Xaliya da zanîn ku bêyî beşdariya bingehîn û çalak a jinan avakirina civakeke demokratîk a azad ne pêkan e.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

(bb)

ANHA