Di êrişa balafireke bêmirov a li Amûdê de welatiyek şehîd bû

Meclisa Navçeya Amûdê êrişa duh a balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê, şermezar kir û aşkera kir ku welatiyek şehîd bûye û 2 jî birîndar bûne.

Di êrişa balafireke bêmirov a li Amûdê de welatiyek şehîd bû
24 mijdar, 2023   13:25
QAMIŞLO

Meclisa Navçeya Amûdê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişa balafireke bêmirov a li dijî erebeyekê aşkera kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Rojava dewam dikin û hêzên navneteweyî di van sûc û komkujiyan de şirîk in.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyek li navçeya Amûdê bombebaran kir, di encamê de welatiyek şehîd bû û 2 welatî jî birîndar bûn.

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gelê Amûdê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kêleka şervanên xwe ne û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li kêleka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û gelê wê ku ji ber cîhanê tevahî ve şerê terorê kiriye.

(fr)

ANHA