Di êrişa balafireke bêmirov de welatiyek birîndar bû

Di encama bombebarana balafireke bêmirov li gundê Boxaz ê li aliyê rojavayê Minbicê de welatiyek birîndar bû.

Di êrişa balafireke bêmirov de welatiyek birîndar bû
24 mijdar, 2023   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ragihandine, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker saet di 9′an de karkerên zeytûnan berhev dikin li nêzî eniya şer a li gundê Boxaz ê li aliyê rojavayê Minbicê ya girêdayî beşa Farat de bombebaran kir, di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Hemîd Şêxo birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Berkel a Minbicê.

(fr)

ANHA