Di êrişa Amerîkayê ya li Yemenê de serkirdeyekî El Qaîdeyê hat kuştin

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Yemenê, di êrişa Amerîkayê ya li rojhilatê Mairibê de, koordînatorê di navbera El Qaîde û Hûsiyan de hat kuştin.

Di êrişa Amerîkayê ya li Yemenê de serkirdeyekî El Qaîdeyê hat kuştin
5 mijdar, 2025   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyekî ewlehiyê yê Yemenî, serkirdeyekî El Qaîdeyê, bi navê Ebû Mihemed El Senanî, di êrişeke Amerîkayê ya li baregeheke El Qaîdeyê ya li Wadî Ubeyda ya rojhilatê Meiribê de, hat kuştin.

Heman çavkanî diyar kir ku El Senanî yek ji koordînatorên herî girîng di navbera El Qaîde û Hûsiyan de bû.

Hemwextî wê, Dadgeha Sûcê li Heder Mot darizandina 57 kesên bi tohmeta tevlêbûna li nava El Qaîdeyê da destpêkirin.

(ac/fr)

ANHA