Li Idlibê mayînek bi erebeyekê de teqiya

Li ser rêya Idlib-Mestumayê mayînek bi erebeyekê de teqiya, kesek hat kuştin û erebe bi temamî şewitî.

Li Idlibê mayînek bi erebeyekê de teqiya
5 mijdar, 2025   23:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî daxuyand ku li ser rêya Idlib-Mestumayê mayînek bi erebeyekê de teqiya, di encamê de kesek di cih de mir.

Li gorî heman çavkaniyan, erebe bi temamî şewitî û ji ber şewatê cenaze bû rejî, nasnameya wî nehat naskirin.

Ev bûyer, digel berdewama rewşa tevliheviya ewlehiyê li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, pêk tên.

(ac/fr)

ANHA