Bîlançoya erdheja Endonezyayê giran dibe

Di encama erdheja li Endonezyayê de, 47 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn, her wiha 5 balafirxane û 2 bender bi zerar bûn.

Bîlançoya erdheja Endonezyayê giran dibe
15 tebax, 2026   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya erdheja bi pileya 7.7’an ku li herêma herêma Flores a Endonezyayê çêbû gihaşt 47 miriyan û bi dehan birîndaran.

Di encama erdhejê de gelek mal û navendên tenduristiyê, 5 balafirgeh û 2 bendaran zerar dîtin.

Piştî erdhejê desthilata herêmê hişyariya tsunamiyê da.

(bb)