Di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de: 2 kuştî û 6 birîndar

SOHR`ê ragihand ku di teqînekê de li dora bajarê Kiswa yê başûr rojavayê Şamê, 2 endamên Firqeya 44 a hêzên Hikumeta Şamê hatine kuştin û 6 din jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan, dema teqînê dronên Îsraîlê li asîmanê herêmê digeriyan.

Di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de: 2 kuştî û 6 birîndar
26 tebax, 2025   20:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku li nêzî bajarê Kiswa yê başûr rojavayê Şamê, 2 endamên Firqeya 44’an a hêzên Hikûmeta Şamê, di nav de fermandarekî meydanî heye, hatine kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûne. SOHR`ê da zanîn ku dema teqînê dronên Îsraîlê li asîmanê herêmê digeriyan.

Hate ragihandin ku balafireke bêmirov a Îsraîlê navendeke hêzên Hikumeta Şamê yal I herêma Hercele ya Şamê bombebaran kiriye û di encamê de kuştî û birîndarî çêbûye.

Di bûyereke din de, Îsraîlê malek li gundê Terence yê bakurê Quneytîrayê topbaran kir û di encamê de ciwanek hate kuştin. Lê xwezaya êrişê, sedemên êrişkirina malê nehatin zanîn. Hemwextî wê, Îsraîlê çavdêriya hewayî li herêmê didomîne.

(ac/şx)