Di dewateke li Meyadînê de êrişa bombeyî: 5 kes hatin kuştin

Endamekî çekdarên ʹDîfa El Wetenîʹ 2 bombe avêtin dewateke li bajarê Meyadîn, di encamê de 5 kes hatin kuştin.

Di dewateke li Meyadînê de êrişa bombeyî: 5 kes hatin kuştin
17 cotmeh, 2024   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku endamekî çekdarên ʹDîfa El Wetenîʹ 2 bombe avêtin nav dewateke li kola Erebîn a bajarê Meyadîn ê rojhilatê Dêrazorê yê di bin kontrola hêzên Şamê de, di encamê de 5 kes di nav de 3 jin hatin kuştin û hin jî birîndar bûn. Bi wê re vexwendiyan gule li wî barandin û yekser kuştin. 

Li gorî malpera Dêrazor 24, ji kuştiyan tenê 2 kes hatin naskirin, ew jî bûk a bi navê Delal Rezoq El Muxtar û êrişkar in.

(fr)