Di civînên Urdunê de êrişên dewleta Tirk nehatin nîqaşkirin

Li bajarê Eqebê yê başûrê Urdunê de têkildarî rewşa Sûriyeyê de civîn hatin lidarxistin. Di civînan de biryarên têkildaîr xebata siyasî li Sûriyeyê li gorî biryara 2254ˋan, hevgirtina gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate, etnîk û hêzên xwe yên siyasî û civakî ji bo avakirina Sûriyeyeke azad û ewle hatin dayîn. Lê behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê nehatin kirin.

Di civînên Urdunê de êrişên dewleta Tirk nehatin nîqaşkirin
14 kanûn, 2024   18:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Urdunê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarê Eqebê yê başûrê Urdunê ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyeyê civîn hatin lidarxistin. Di civînan de wezîrên karên derve yên dewletên Erebî û biyanî weke Amerîka, Tirkiye, Urdun, Siûdî, Iraq, Lubnan, Misr, Îmarat, Behreyn, Qeter beşdar bûn.

Her wiha sekreterê giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebû El Xeyz, nûnera siyasetên derve ya Yekitiya Ewropayê Kaja Kallas û nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen beşdar bûn.

Di civînan de geşedanên li Sûriyeyê yên di hefteyên borî de, hatin nîqaşkirin û encamnameyek wiha hat diyarkirin:

1-Destekdayîna gelê Sûriyeyê di vê qonaxa hestiyar de û rêzgirtina ji îrade û vebijêrkên wî re.

2- Destekdayîna pêvajoya siyasî ya aştiyane bi rêya diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê ku hemû hêzên siyasî û civakî yên Sûriyeyê tê de beşdar bin, di serî de jin, ciwan û civaka sivîl. Ew pêvajo jî bi çavdêriya NY'ê û li gorî xalên biryara 2254ˋan a Meclisa Ewlehiyê be ku di encamê de hikumeteke demkî li gorî sîstemeke siyasî ya nû were avakirin, destûreke nû were sazkirin û hilbijartinên bi çavdêriya NY'ê bên lidarxistin.

3- Pêşxistina rola nûnerê neteweyî ji bo Sûriyeyê ku NY destekê bide wî û dest bi avakirina şandeyeke navneteweyî ji bo alîkariya Sûriyeyê di xebata siyasî de were kirin û alîkariya Sûriyeyê li gorî biryara 2254ˋan were kirin.

4- Di vê qonaxê de pêwistî bi diyalogeke nîştimanî ya giştî û hevgirtina hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê û hêzên wî yên siyasî û civakî heye da ku Sûriyeya azad, ewle û aram piştî salên dirêj ên êş û ferdekariyan were avakirin.

5- Tevahî êrişên leşkerî tavilê werin rawestandin.

6-Rêz ji mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê bêyî cudahiyên olî, nijadî û mezhebî re were girtin, edalet û wekhevî ji tevahî welatiyan re were misogerkirin.

7-Pêwîst e saziyên dewleta Sûriyeyê werin parastin û şiyanên wê yên werin xurtkirin ku bikevin xizmetî gelê Sûriyeyê û Sûriye ber bi aloziyê ve neçe. Her wiha divê tavilê xebat li ser xurtkirina saziya polîsan were kirin ku welat, mal û milkên wan û karînên dewleta Sûriyeyê werin parastin.

8- Pabendbûna bi xurtkirina hewldanên têkoşîna dijî terorê û hevkariya di şerê li dijî wê de, ji ber ku ew metirsiyek li ser Sûriyê û ewlehiya herêmê û cîhanê heye û têkbirina wê jî giringiyeke tevan e.

9- Hevkarî ji bo Komara Erebî ya Sûriyeyê di parastina yekbûba wê û ewlehî û aramiya wê û gelê wê de, were kirin.

10- Destekdayîna mirovî ji bo gelê Sûriyeyê bi rêya hevkariya bi rêxistinên têkildar ên NY'yê.

11-Amadekirina rewşên ewlekarî, jiyanî û siyasî ji bo penaberên ku dixwazin vegerin welatê xwe û pêşkêşkirina alîkariyê di vî warî de, bi rêya hevkariya rêxistinên têkildar ên NY'yê.

12-Pêkanîna lihevkirineke nîştimanî li gorî pîvanên qanûnî û mirovî bêyî ku kîn û nefret hebe û xwînrijandina gelê Sûriyeyê were bidawîkirin.

13-Ketina Îsraîlê li hundirê herêma tampon bi Sûriyeyê re û ketina li nuqteyên derdora wê li çiyayê Şxê û parêzgehên Quneyter û Rîf Şam werin şermezarkirin û ew weke dagirkeriyekê ye û binpêkirina qanûna navneteweyî ye bi taybet a di navbera Sûriyeyê û Îsraîlê de di 1974ˋan de hatibû îmzekirin. Hêzên Îsraîlê ji Sûriyeyê vekişe û êrişên Îsraîlê li dijî herêmê û avahiyên din ên Sûriyeyê werin şermezarkirin. Her wiha Colan jî xaka Sûriyeyê ya Erebî ye û divê dagirkirina wê bi dawî be û divê ji Konseya Ewlehiyê daxwaz were kirin ku tedbîrên guncaw bigre ku van binpêkirinan bi dawî bike.

14- Ewlekariya Sûriyeyê û aramiya wê bingeha aramiya herêmê ye. Em ê bi gelê wî re bin ku ku dewleteke ereb a yekgirtî, serbixwe û ewle were avakirin. Cihê teror û tundrawiyê tê de tune be, serweriya wî neyê binpêkirin û tu êriş ji tu aliyekî ve li dijî xaka wî neyê kirin.

15- Danûstandina bi rewşa Sûriyeyê ya nû re girêdayî hemahengiya wê bi pransîb û bingehên navborî yên jorîn e û dê bi wê re armanceke hevbeş ji bo dabînkirina mafên gelê Sûriyeyê pêk were.

16-Ji bo lidarxistina civînekê bi Komkara Dewletên Erebî re hevkarî bi dewletên din ên EReb re were kirin ku rapora vê civînê ji wan re were pêşkêşkirin.

17-Bi hevkarên civata navneteweyî re têkilî were kirin ku helwesteke cidî û yekgirtî bi armanca avakirina pêşeroja Sûriyeyê li gorî biryarên Meclisa Ewlehiyê, were diyarkirin.

Di demekê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên "Artêşa Nîştimanî ya Sûrî" li dijî tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin, tu aliyan di civînên xwe de li ser êrişan nîqşa nekirin, her wiha di biryaran de njî behsa êrişan nehat kirin.

Li kêlek wê jî gefên berpirsên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişên bejahî û hewayî li dijî gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

(mh/fr)