Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Fadî El Xalid

Xelkê bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê sersaxî da malbata şervanê QSDˋê şehîd Fadî El Xalid û got ew heta rizgarkirina tevahî xaka Sûriyeyê ya dagirkirî girêdayî fikra şehîdan in.

Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Fadî El Xalid
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Fadî El Xalid
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Fadî El Xalid
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Fadî El Xalid
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Fadî El Xalid
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Fadî El Xalid
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Fadî El Xalid
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Fadî El Xalid
Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Fadî El Xalid
14 kanûn, 2024   20:15
HESEKÊ

Xelkê bajarê Til Birak û endamên saziyên sivîl û leşkerî li gundê Sîhe Mubered ê bakurê bajêr sersaxî da malbata şehîd Fadî El Xalid.

Şervan Fadî Hesûn El Xalid di êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Terteb a bajarê Qamişlo ya di 10ˋê Kanûnê de şehîd bû.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Hesen Xelef axivî û got: "Em ji dewleta Tirk a dagirker natirsin û êrişên wê berxwedana me naşikînin."

Xelef bêdengiya navneteweyî li dijî êriş û sûcên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir.

Her wiha endama Meclisa Navçeya El Hemdî ya Hesekê Buşra El Heloş axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker dev ji sûc û wêrankariya xwe bernade. Wê teror çêkir û fikra wê di nava sûriyeyiyan de belav kir."

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Leşkerî ya Til Birakê Salar Elo got: "Em îro bi serbilindî li vir in û şehîdê xwe bi bîr tînin. Şehîdan canê xwe yê paqij kir pir ku bi rêya em azadiya xwe bi dest bixin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA