QSD: Îdiayên Mahir Esed di herêmên me re derbasî Iraqê bûye derew in

QSDˋê îdiayên dezgehên çapemeniyê yên der barê reva Mahir Esed ber bi Iraqê ve bi rêya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derewandin û diyar kir ku ev îdia dûrî rastiyê ne û di çarçoveya provokasyonê de pêk tên.

QSD: Îdiayên Mahir Esed di herêmên me re derbasî Iraqê bûye derew in
14 kanûn, 2024   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de hat gotin îdiayên malpera El Cezîre Net ku Mahir Esed di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re reviya Iraqê derew in.

Daxuyanî wiha ye:

"Malpera El Cezîre Net nûçeyên derew belav kirin ku Mahir Esed di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re derbasî Iraqê bû û îdia kir ku hêzên me rê jê re hêsan kir. Ev nûçeyên bi hemû datayên xwe derew in û di çarçoveya provokasyona li dijî hêz û gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tên kirin.

Di demekê de sînorê li aliyê rojavayê Dêrazorê û deriyê El Qaim a di navbera Sûriyeyê û Iraqê de vekirîbû û bi awayekî aktîv dixebitî, 3 hezar leşker û efserên artêşa rejîma Baasˋê ji herêmêa Dêrazor û beyarê Sûriyeyê ber bi Iraqê ve çûn. Artêşa Iraqê ew pêşwaz kirine û veguhastin cihên ewle. Tu pêwîstî tune bû ku rêyên qaçaxcîtiyê hebin weke ku malpera El Cezîre Net îdia dike.

Malperê îdia kir ku Firqeya 4ˋan a rejîma Baasˋê ya berê şirîkên hêzên me di bazirganiyan hişbirê de bû, ev îdia ji kîna wan tê. Hêzên me, QSDˋê hêza yekane ya li dijî şaneyên rejîm û bazirganên hişbirê şer kir û bi sedan hemleyên serdegirtina van bazirganan li dar xistin û madeyên wan telef kirin.

Em bi hêvî ne tevahî dezgehên çapemeniyê di vê wexta hestiyar de ku Sûriye bi tevahî gelê xwe tê re derbas dibe nûçeyên girîng bidin û ji mentiq û exlaqê ragihandinê bi dûr nekevin."

(fr)