Xelkê Hesekê sersaxî da malbatên şehîd Amir Silêman û Emar El Hewan

Xelkê Hesekê sersaxî da her du malbatên şehîd Amir Silêman û Emar El Hewan û soza şopandina rêça şehîdan da.

3 kanûn, 2023   14:31
HESEKÊ

Bi sedan xelkê Hesekê û gundewarên wê berê xwe da bin konê sersaxiyê yê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Amir Silêman û endamên Hêzên Dîsplîna Leşkerî Emar El Hewan. Amir Silêman di 29′ê Mijdarê de li herêma Dêrazorê û Emar El Hewan di 28′ê Mijdarê de li Hesekê şehîd bûbûn. Konê sersaxiyê li taxa Telai ya Hesekê hate vedan.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mistefa Osman axivî û wiha got: "Şehîdan di oxira parastina herêmê û pêkhateyên wê de canê xwe da. Şehîdan navên xwe di dilên gelê Bakur û Rojhilatê sûriyeyê de neqişandin."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Brûsk Hesekê sersaxî da malbatên her du şehîdan û got: "Demek yek ji hevrêyên me şehîd dibe ew zindî dimîne. Ji ber ku em dev ji şopa wî/ê bernadin, hêz û vîna me xurt dibe."

Her wiha endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Idrîs Oso jî got: "Her du şehîdan ji cîhanê re îsbat kir ku gelê me ji bo azadiya xwe û jiyana hevbeş aşiqê azadî û vînê ye."

Oso diyar kir ku dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastina ewlehî û îstîqrara herêmê dewam bike.

Merasîm bi diruşma ′şehîd namirin′ bi dawî bû.

(fr)

ANHA