Di bombebarana Îsraîlê ya li Başûr û Navenda Xezayê de 3 kes hatin kuştin

Di encama topbaran û gulebarana Îsraîlê de li başûr û navenda Xezayê 3 Filistînî hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Di bombebarana Îsraîlê ya li Başûr û Navenda Xezayê de 3 kes hatin kuştin
28 tebax, 2026   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di êrişeke bi balefirên bêmirov a Îsraîlê de li bajarokê El Qerara, bakurê Xan Yûnisê, 3 Filistînî ji heman malbatê hatin kuştin:

Her wiha ji ber gulebarana Îsraîlê li rojhilatê Deyr El Belah li navenda Xezayê kesek birîndar bû.

Çavkaniyên bijîşkî û herêmî ragihandin ku hersê kesên ku hatine kuştin, 2 bira û pismamê wan ji malbata Abdeen in, dema ku nêzîkî mala xwe li El Qerara bûn, hatine kuştin.

(k)

ANHA