Di 24 saetên dawîn de li Sûriyeyê 14 kes hatin kuştin

Di 24 saetên dawîn de li deverên cuda yên Sûriyeyê yek jê jin, 14 kes di şer, pevçûn û teqandina bermahiyên şer de hatin kuştin.

Di 24 saetên dawîn de li Sûriyeyê 14 kes hatin kuştin
14 sibat, 2025   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Sûriyeyê şer, tundî, tevlihevî û bêewlehî didomin. Hate zanîn ku li ser rêya Şam-Siwêdayê 2 kes dema hewl dida kabilên ceyranê bidizin, hatin gulebarankirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Li ser heman rêyê cenazeyekî din jî hat dîtin.

Li bajarê Dûma yê gundewarên Şamê jî ciwanek dema hewl dida diziyê bike, bi guleyên çekdaran hat kuştin.

Li Helebê komeke çekdar ajokerek bir herêma Şêx Necar. Koma çekdar piştî pere û erebeya ajokar jê standin, ew qetil kir.

Hate zanîn ku li bajarê Sermeda yê li bakurê Idlibê jî 3 ciwanan ji ber teqîna bombeyeke destdan ku di malê de hatibû bicihkirin, jiyana xwe ji dest da.

Komeke çekdar li nêzî Pira Edra ya gundewarên Şamê kemînek ji dezgeha ewlehiya giştî ya girêdayî desthilata Şamê re danî. Di encamê de 2 endamên dezgeha ewlehiyê hatin kuştin. Piştî bûyerê di navbera hêzên dezgehê û koma çekdar de şer derket.

Li gorî çavkaniyên xwecih, li gundê Til Xeznê yê Hemayê kesek ji aliyê komeke çekdar ve hat kuştin. Li taxa Meydan a bajarê Miherdê yê rojavayê Hemayê jî komeke çekdar gule li ciwanekî reşandin û ew qetil kir.

Hate zanîn ku li bajarokê Şihêl ê li rojhilatê Dêrazorê jî ji ber pevçûna di navbera du malbatan de jinek hat qetilkirin. Her wiha hate ragihandin ku li bajarokê Xan Sibul ê li başûrê Idlibê jî kesek dema bi mayîneke bermahiyên şer dilîst, mayîn pê de teqiya û jiyana xwe ji dest da.

(bb)