Di 2024’an de li Iraqê 63 kes hatin darvekirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku di sala 2024’an de li Iraqê 63 kes hatine darvekirin û ev hejmar li gorî sala borî du qatan zêde bûye.

Di 2024’an de li Iraqê 63 kes hatin darvekirin
8 nîsan, 2025   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) têkildarî darvekirinên li seranserê cîhanê di sala 2024’an de çêbûne, raporek weşand. Rêxistinê da zanîn ku darvekirinên li Îran, Iraq, Erebistana Siûdî, Yemen û Çînê zêde bûne.

Rêxistinê da zanîn ku di sala 2024’an de li Îranê 972 û li Iraqê 63 kes hatine darvekirin û li Erebistana Siûdî 345, li Yemenê 38 û li Çînê jî gelek kes hatine darvekirin.

Di rapora rêxistinê de hate gotin ku di sala 2023’yan de li Îranê 853 kes hatibûn darvekirin û hate gotin: “Li Siûdiyê li gorî sala 2023’yan darvekirin du qat zêde bûn û li Iraqê jî çar qat zêde bûne. Li wan welatan darvekirin ji bo bêdengkirina muxalifên siyasî, xwepêşandêran û parêzvanên mafê mirovan tê bikaranîn.”