Li Tişrînê biryardariya gelê ku binkeftinê napejirîne

Bendava Tişrînê şahidiya berxwedana gelekî dike ku çokdanînê napejirîne û îsbat dike maf bi berxwedan û biryardariyê tên bidestxistin.

Li Tişrînê biryardariya gelê ku binkeftinê napejirîne
Li Tişrînê biryardariya gelê ku binkeftinê napejirîne
Li Tişrînê biryardariya gelê ku binkeftinê napejirîne
Li Tişrînê biryardariya gelê ku binkeftinê napejirîne
Li Tişrînê biryardariya gelê ku binkeftinê napejirîne
Li Tişrînê biryardariya gelê ku binkeftinê napejirîne
Li Tişrînê biryardariya gelê ku binkeftinê napejirîne
Li Tişrînê biryardariya gelê ku binkeftinê napejirîne
8 nîsan, 2025   13:20
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê çalakiya nobetê li Bendava Tişrînê bi rêxistin kiriye.

Gelê herêmê ku li gorî koman nobeta parastina bendavê bi rêxistin kiriye, bi israr e ku armanca xwe ya parastina bendavê û rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser ewlehiya av, xurek û enerjiyê bigihîne serî.

Bendava Tişrînê yek jî tesîsên girîng li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku roleke bingehîn di dabînkirina avê de dilîze. Her wiha bendav stasyonên hilberandina ceyranê dixebitîne.

Ji dema ku bendav bûye hedefa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, gelê herêmê parastina wê wek erkeke exlaqî û mirovî dibîne. Şêniyan di rêya parastina bendavê de gelek şehîd dane û diyar dikin ku ew amade ne hîna jî berdêlan bidin. Her wiha aşkera dikin ne mumkin e bazar li ser bendavê were kirin, lê parastina wê berpirsyariya her kesî dibînin.

Bi vê yekê berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bûye efsaneyeke biryardariya gel a li hember alava şer a dewleta dagirker. Bendava Tişrînê jî şahidiyê ji berxwedana gelekî re dike ku serîtewandinê qebûl nake, lê îsbat dike ku bêyî berxwdanê maf nayên bidestxistin.

(bb)

ANHA