Di 2 saetan de 10 bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin bombebarankirin

Artêşa Tirk a dagirker di navbera 2 saetan de li Kobanê, Qamişlo û Amûdê 10 bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombebaran kirin.

Di 2 saetan de 10 bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin bombebarankirin
26 kanûn, 2023   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Saet di 17:18′an de balafireke bêmrirov benda Neimetlî ya li rojhilatê Qamişloyê yê kantona Cizîrê bombebaran kir.

Dûre bi nîv saetê balarirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker bendên li têketina rojava û rojhilatê Kobanê û piştre bendeke din li têketina başûrê bajêr ên li kantona Firatê bombebaran kirin. Her wiha piştre benda li têketina rojavayê bajêr saet di 19:10′an de bombebaran kir.

Li navçeya Amûdê jî artêşa Tirk a dagirker benda Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li têketina rojhilatê navçeya ya li ser rêya ber bi Qamişlo û benda din a li têketina başûr a li ser rêya ber bi Hesekê ve saet di 19:00′an de bombebaran kirin.

Saet di 19:30′an de bendên li Helenc, Şeran û Şêran ên li gund û navçeyên Kobanê hatin bombebarankirin.

Li van bendan erebe û belgeyên îsbatkirinê yên siwaran û kesên ji bo edaletê tên xwestin, tên netkirin û şopandin.

(fr)

ANHA