Desteya Tenduristiyê ya Firatê: Nexweşxaneya Miştenûrê ji xizmetê derket

Desteya Tenduristiyê ya kantona Firatê zirarên ku gihîştine nexweşxaneya Miştenûrê aşkera kirin û ragihand ku nexweşxane bi temamî ji xizmetê derketiye.

Desteya Tenduristiyê ya Firatê: Nexweşxaneya Miştenûrê ji xizmetê derket
26 kanûn, 2023   20:23
KOBANÊ

Desteya Tenduristiyê ya kantona Firatê li pêşiya nexweşxaneya Miştenûrê ku duh ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebarankirin daxuyaniyek da. Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya kantonê Ehmed Mehmûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hedefgirtina binesazî û sivîlên herêmê û saziyên xizmetguzariyê hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku ew hedefgirtin li dijî hemû pîvan û qanûnên navneteweyî ye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin di navenda tenduristiyê de gelek beş hene, ew navend bi hevakriya Desteya Tenduristî, Rêxistina Bijîşkên Bêsînor û Komeleya Xizan û Tenduristiyê ya li Almanyayê hatiye avakirin.  Di navendê de beşên aşlekirin, klînîkên tibî, piştgiriya derûnî û rêxistina ambulance, beşa şekir hene. Rojane nexweşxane nêzî 500 nexweş pêşwaz dike. Ji ber ku êrişên dagirkeriya nexweşxane bi temamî ji xizmetê derket.

 Di dawiya daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî saziyên tenduristiyê hatin şermezarkirin û bang li komele û rêxistinên navneteweyî di serî de rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û erkên xwe yên mirovî pêk bînin, her wiha bi taybetî bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî hat şermezarkirin.

(mh)

 ANHA