Kongreya 1′emîn a Tevgera Edil El Medeniye hate lidarxistin

Tevgera Edil El Medeniye kongereya xwe ya 1′emîn li navçeya Şedadê li dar xist sekreterê giştî û 2 cîgirên wê hilbijartin.

Kongreya 1′emîn a Tevgera Edil El Medeniye hate lidarxistin
Kongreya 1′emîn a Tevgera Edil El Medeniye hate lidarxistin
Kongreya 1′emîn a Tevgera Edil El Medeniye hate lidarxistin
Kongreya 1′emîn a Tevgera Edil El Medeniye hate lidarxistin
Kongreya 1′emîn a Tevgera Edil El Medeniye hate lidarxistin
Kongreya 1′emîn a Tevgera Edil El Medeniye hate lidarxistin
Kongreya 1′emîn a Tevgera Edil El Medeniye hate lidarxistin
Kongreya 1′emîn a Tevgera Edil El Medeniye hate lidarxistin
26 kanûn, 2023   20:05
HESEKÊ

Li navenda sekreteriya giştî ya navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê bi diurşma ′Hêza gel di rêxistinkirina wê de ye′ Tevgera Edil El Medeniye kongreya xwe ya 1′emîn li dar xist.

Di kongreyê de nûnerên ji saziyên sivîl, siyasî û civakî yên herêmê beşdar bûn. Axaftina destpêkê ji hêla endamê Tevgera Edil El Medeniye Mahir El Mihemed ve hate kirin. El Mihemed bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî li dijî astengiyên li ser herêmê û got pêwîstî bi xebata hevbeş di navbera tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê de ji bo îstîqrar û aştiyê heye.

El Mihemed bang kir ku divê yekser êrişên dewleta Tirk li dijî xaka Sûriyeyê werin bidawîkirin û got ev êriş tundî û bêîstîqrariya li herêmê zêde dike.

Ber wiha sekreterê giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhartina Neteweyî ya Demokratîk a Şedadê Ugle El Seîd axivî û hêvî kirk u edaleta civakî û wekhevî di navbera welatiyên sûriyeyî de pêk bê.

Li aliyekî din jî endamê rêvebera Partiya Yektiya Demokratîk (PYd) Mihêdî El Dixêm axivî û got projeya Rêveberiya Xweser çareya yekane ya tevahî krîzên li Rojhilata Navendî ye.

Di dawiyê de Mahir Mitêran El Mihemed bû sekreterê giştî, Mihemed Xerbî El Rawî û Hind El Selman bûn cîgirên wî.

(fr)

 ANHA