Dezgeha El Hisbê a DAIŞ'ê vegeriya Zanîngeha El Furat a Dêrazorê

Çeteyên DAIŞ’ê dezgeha bi navê “El Hisbê” vegerandiye Zanîngeha El Furat a li Dêrazorê, ku di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyeyê de ye, cilên xwendekaran control dikin, her wiha bi şêweyê tirsê kişandina çixareyê qedexe kirine.

Dezgeha El Hisbê a DAIŞ'ê vegeriya Zanîngeha El Furat a Dêrazorê
6 kanûn, 2025   18:24
NAVENA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku komek kes ku cilên girtî li xwe kirine ketina Zanîngeha El Furat li Dêrazorê. 

Li gorî SOHR, ev kes kiryarên tirsandinê li dijî xwendekarên jin û mêr pêk tînin, wek "girtina demkî" ji ber lixwekirina cilên teng û qedexekirina cixarekêşanê di hundirê Zanîngehê de, ev yek bû cihê nerazîbûn û tirsê di nav xwendekarên zanîngehê de û serdema kontrola çeteyên DAIŞ'ê ya di navbera 2014 û 2015'an de anî bira wan.

Çavkaniyan diyar kirin ku belavbûna van kesan li zanîngeh û dibistanan û destwerdana wan di karûbarên îdarî û perwerdehî û jiyana giştî de, bandorek neyînî li ser mamoste, rêveber û xwendekaran kiriye.

(ac)

ANHA