Dewreyeke fikrî ya saziyan a li Amûdê bi dawî bû
Akademiya Civaka Demokratîk a bajarê Amûdê dewreya yekemîn a fikrî ya bi navê "Şehîd Cano Amûdê" bi dawî kir.
Akademiya Civaka Demokratîk dewreya yekemîn a fikrî ya ku ji endamên meclis û saziyên civaka sivîl ên bajêr re li dar xistibû, bi dawî kir. Dewre bi tevlêbûna 25 endaman, 25 rojan dom kir.
Beşdar waneyên îdeolojî yên li ser girîngiya perwerde, parastina rewa û dîroka têkoşîna jinan girtin.
Di merasîma bidawîbûna dewreyê de endamên saziyên civaka sivîl amade bûn.
Di merasîma bidawîbûnê de rêvebera Akademiya Civaka Demokratîk Şêrîn Dirbas bixêrhatina beşdaran kir û li ser girîngiya perwerdeyên fikrî û vekirina wan di hemû saziyan de axivî.
Şêrîn Dirbas diyar kir ku wan ev dewre bi navê "Şehîd Cano Amûdê" yê ku di 8'ê Çileyê de li Bendava Tişrînê di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbû, vekir.
Ji beşdarên dewreyê Rûgeş Îbrahîm axivî û got: "Me ji vê perwerdeyê sûdeke mezin wergirt û zanabûna me ya li ser dîroka têkoşîna jinan zêde bû."
Beşdarekî din bi navê Ebqulbaqî Oso jî got: "Me dev ji perwerdeyên hegemonî û kontrola xwe li ser mirov dikin, berda û ji dêvla wan em perwerdeyên ku xwe dispêrin nirxên civaka demokratîk distînin ku xizmetî civaka xwe bikin û xwe ji bo pêkanîna serketinê bigihînin."
Bavê şehîd Cano Amûdê, Mehmûd Murad axivî û bidawîbûna dewreyê pîroz kir û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.
(mh/fr)
ANHA