DEM Partî pêşniyara avakirina komîsyona Meclisê ya "bi rayeya tam" kir
Piştî hevdîtinên şandeya DEM Partî bi DEVA û Partiya Saadetê re daxuyanî hate dayÎN û hat diyarkirin ku divê di bin banê Meclisê de komîsyonek bi rayeya tam were avakirin.

Şandeya ku ji Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Gulistan Kiliç Koçyîgît pêk dihat, di nav rojê de bi Partiya Saadet û Partiya DEVA’yê re hevdîtin kirin.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê piştî civînên ji çapmeniyê re girtî hatin kirin, daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: "Di van serdanan de mijarên girîng ên der barê siberoja demokratîk a Tirkiyeyê de hatin nîqaşkirin. Hevdîtina dawî ya bi Birêz Abdullah Ocalan re û biryarên ku di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de hatine girtin bi berfirehî hatin nirxandin; di vê çarçoveyê de, erkên ku divê partiyên siyasî û TBMM bigirin ser xwe bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Şandeya me pêşniyara ku di bin banê TBMM’ê de komîsyonek bi rayeya tam a ku hemû aliyên siyasî temsîl dike û lêgerîna lihevkirina demokratîk hêsan bike, ji muxataban xwe re ragihand. Serdanên me wê 20’ê Gulana 2025’an roja Sêşemê bi CHP’ê re û Partiya Yeniden Refah û 23’yê Gulana 2025’an roja Înê bi Partiya Gelecek re bidomin. Şandeya me plan dike ku tevî AKP û MHP’ê bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinan bike.”