Di teqîna bermahiyeke şer li Eyn Îsayê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da
Welatiyekî gundewarê bajarê Eyn Îsayê di encama teqîna bermahiyeke dewleta Tirk a dagirker de li nêzî rêya M4 jiyan xwe ji dest da.

Welatiyê bi navê Ehmed Eşoyî El Xabûr ê ji gundê Tirwaziye yê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê di encama teqîna bermahiyeke şer a dewleta Tirk a dagirker de, li nêzî rêya M4î, jiyana xwe ji dest da.
Di encama teqîna bermahiyên şer li eniyên şer ên bi ser dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi dehan şêniyên gundewarên bajarên Girê Spî û Eyn Îsayê, dema ku ew diçûn nav zevî û pezê xwe diçêrînin, jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
(mh/fr)