Besê Hozat: Dewleta Tirk rewşa Rêbertiya me dike mijara bazarê

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bal kişand ku desthilatdariya faşîst a AKP’ê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dike mijara bazarê, peyamên bi vî rengî şandine û got: “Ev polîtîkayeke pir qirêj û nemerdane ye. Em Rêbertiya xwe nakin mijara bazarê”.

Besê Hozat: Dewleta Tirk rewşa Rêbertiya me dike mijara bazarê
17 tîrmeh 2024   09:17
NAVENDA NÛÇEAYN

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameya taybet a Medya Haber Tv’ye têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan bal kişand ser polîtîka dewleta Tirk a dagiker ku dixwaze tecrîde bike mijara bazarê û peyamên girîng dan.

Ez dixwazin têkildarî rewşa Rêber Apo ku di têkoşîna tevgera we ya azadiyê û gelê Kurd de diyarker e, dest bi mijarê bikim. We têkildarî pêngava gerdûnî ya ji bo azadiya Rêber Apo û bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî vê têkoşînê, berê di bernameyên ku beşdar bûyîn de bi berfirehî nirxandin kiribûn. Li ser esasê geşedanên dawî, hûn asta dawî ya ku pêngav gihiştiyê çawa dinirxînin û armancên we yên ji bo qonaxa pêngavê ya ji vir û şûnde, çine?

Helbet 26 sal in Rêbertiya me di bin sîstema qirkirinê de, berxwedaneke mezin raber dike. Li dora vê berxwedanê jî berxwedanekî pir bi heybet a gel, gerîla û zindanê heye. 26 sal in Rêbertiya me di destê dewleta Tirk de dîlgirtî ye. Polîtîkayeke dîlgirtinê dimeşîne. Di van rojên dawî de hin agahî gihiştine me. Em girîng dibînin ku vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Niha li gorî agahiyên ji çavkaniyên saxlem hatine, hin kesên di klîka Erdogan de rayedar dibêjin, ‘Eger ji bo vê yekê bikin, em ê bihêlin ku birayê Ocalan û piştre jî parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin, lê belê ji bo em bihêlin hevdîtin çêbibe divê destpêkê vê yekê bikin. Yanî vê tawîzê, wê tawîzê bidin.’ Bi vî rengî agahiyên cur be cur tên. Çavkaniya ku ev agahî jê tên, helbest saxlem e. Em beş û kesên ku agahiyan bi vî rengî diragihînin jî, dizanin. Ji nêz ve nas dikin. Bi salan polîtîka bi Erdogan re meşandin. Helbet em vê pir girîng dibînin, yanî vê rewşê. Em dixwazin raya giştî jî bizane.

Bi rastî jî polîtîkayeke pir nemerdane li ser Rêbertiya me tê meşandin. Rêbertiya me ji bo xwe digot, ez rehîneyekî di destê dewleta Tirk de me. Rewşa xwe weke rehîne pênase dikir. Nêzîkatiyên bi vî rengî bi salane hene, me her tim digot. Me digot, li ser li ser rewşa Rêbertiya me, polîtîkayeke wiha ya şantajê, polîtîkayeke bazarê, bazariya nû tê kirin. Yanî mînakeke ku niha van hemûyan destnîşan dike jî, ev mînak e. Yanî rewşa Rêbertiya me dikin mijara bazarê. Polîtîkayekî wiha nemerdane, bi rastî jî ti sînorên wiha exlaqî û hiqûqî nas nake. Helbet em nêzîkatiyên bi vî rengî, polîtîkaya wiha pir qirêj dibînin û bi tundî red dikin. Em lanet dikin, ez vê bi eşkere diyar bikim. Bi ti rengî nabe ku Rêbertiya me bibe mijara bazarê. Ev qet nayê qebûlkirin. Hiqûqa Tirkiyeyê jî di qanûnên xwe de diyar kiriye ku mafê herî xwezayî, rewa û qanûnî ye ku Rêbertiya me bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev di hiqûqa navneteweyî de jî hatiye nivîsîn. Tirkiyeyê jî ev peyman û hiqûqa navneteweyî îmze kiriye. Niha mafê herî xwezayî, rewa û qanûnî yê Rêbertiya me tînin û dikin mijara bazarê, ‘eger hûn vê yekê yan jî wê yekê bikin, em ê bihêlin bi birayê xwe re hevdîtinê’. Yanî tiştekî qasî vê nemerdane tune ye.

Ev mafên Rêbertiya me, mafên wî yên hiqûqî, mirovî, xwezayî, rewa û qanûnê nabe ku bibe mijara bazarê. Ev tê wateya hedê xwe nezanînê. Yanî em vê bi eşkere diyar bikin. Niha helbet ev girîng e. Ez dixwazim vê yekê ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve bi taybetî diyar bikim. Niha li Tirkiyeyê gelek rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar hene ku qaşo dewleta hiqûqê diparêzin, ji bo hiqûqê têkoşînê dimeşînin, xwe kemalîst, çep yan jî sosyalîst pênase dikin, nirxên komarê diparêzin û evane xwe weke rewşenbîr pênase dikin. Hiqûq, edalet û demokrasiyê jî weke mafekî mirovan ê esas, ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve weke mafekî esas dinirxînin. Vêca gelo wê ji vê re çi bêjin? Niha li Îmraliyê hiqûqa Tirkiyeyê û ya navneteweyî hatiye binpêkirin. 26 sal in li Îmraliyê sîstemeke tecrîd û êşkenceyê heye. 4 salên dawî jî sîstemeke tecrîd û îzolasyonê ya mutlaq heye. Niha ev pêkanîn belavî hemû Tirkiyeyê bûye. Niha li hemû girtîgehan sîstemeke tecrîd û êşkenceyê heye. Yên cezayê wan qediyane, nayên berdan. Mirovên nexweş, yên bi nexweşiya giran li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Mirovên di temenê 70, 80 û 85 saliyê de tên girtin. Pitikên biçûk li girtîgehan mezin dibin. Ev bêhiqûqiya ku li Îmraliyê hatî pêşxistin, niha li hemû Tirkiyeyê hatiye belavkirin. Ev bi dijwarî li ser siyasetmedarên Kurd û şoreşgeran tê pêkanîn. Niha nivîskar û rewşenbîrên ku xwe weke çep, demokrat, parêzvanên hiqûqê û edaletê didin naskirin, ji vê re çi dibêjin, wê çi bêjin? Yanî çi dibêjin? Eger tiştekî nebêjin wê demê çi eleqeya wan bi rewşenbîr û nivîskariyê re heye? Ti eleqe nîne. Niha ji bo kesên ku dengê li xwe li ber bêhiqûqiya li Îmraliyê, van bazariyên qirêj, vê siyaseta qirêj a li ser Rêbertiya me, dengê xwe nakin mirov nikare bêje rewşenbîr. Mirov nikare jê bêje siyasetmedarên gel yan jî muxalefet. Nabe ku jê re parêzvanên demokrasî, edalet û mirovahiyê jê re were gotin. Îmralî kaxeza tûrnûsolê ye, pîvan e. Di nêzîkatiya li hemberî van polîtîka, bêedaletî û bêhiqûqiya li ser Rêbertiya me tê meşandin de, derdikeve holê ku mirovek çiqasê rewşenbîr û çepgir e. Yanî pîvan ev e.

Pîvana parêzvantiya hiqûq, edalet û demokrasiyê li Îmraliyê ye. Pîvan, nêzîkatiya li dijî sîstema tecrîd û êşkenceya li hemberî Rêber Apo ye. Helbet vê jî nîşan dide ku ev pêngava azadiyê çiqasê girîng û pêwîst e. Evane hemû jî di rastiyê de encameke pêngavê ne. Rejima faşîşt li hemberî vê têkoşînê zehmetê dijî. Ew qasê tengav bûye ku hevsengiya xwe winda kiriye. Yanî nizane ka wê çi bike. Parêzer bi taybetî xebateke pir girîng dimeşînin, têdikoşin. Niha rewşa Rêbertî û sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê, ketiye rojeva Neteweyên Yekbûyî jî. Ketiye rojeva Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa jî. DMME jî wê di meha Îlonê de bicive û vê rewşê binirxîne. DMME’yê bi salan gotibû ku rewşa li Îmraliyê êşkence û binpêkirina mafên mirovan e. Tevî ku vê yekê dizane bi salane ev sazî DMME, CPT û Konseya Ewropayê temaşe dikin. Yanî li van bêhiqûqî, komkujî û polîtîkayên qirkirinê temaşe dikin. Tenê bi temaşekirinê bes nabînin. Hevkarê wê jî ne. Niha ev têkoşîna ku tê dayîn, bû sedem ku ev sazî jî vê rewşê bikin rojev. Divê mirov pey vê nehêle. Ev xebat û têkoşîneke pir girîng e. Divê mirov heta dawiyê vê têkoşînê bibe. Ji ber ku di şexsê Rêber Apo de, bi rastî jî nirxên mirovên tên qetilkirin. Li dijî nirxên mirovahiyê êrîş hene. Li dijî azadî, demokrasî, edalet, hiqûq û hemû nirxên mirovahiyê êrîş hene. Ji wî alî ve, yanî bi ti rengî divê dest ji vê neberde. Em heta dawiyê têbikoşin, yanî teqez em ê encamekî bi dest bixin.

Dîsa têkoşîna civakî jî hestiyariyeke diyar afirand, xwedî lê derketin afirand. Divê mirov vê yekê jî bê navber bidomîne. Em her tim dibêjin rewşa Rêber Apo û pirsgirêka Kurd ketiye navhev, yanî mirov nikare ji hev cuda binixîne. Rêber Apo, rêberê gelê Kurd e. Muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Bi vî rengî nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo, nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd e. Nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka Kurd e. Têkildarî vê yekê her cure pêşketina erênî, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî pêşketin e. Qedera çareseriya pirsgirêka Kurd û qedera Rêber Apo, bi hev ve hatine girêdan. Ji wî alî ve divê em li her derê têkoşînê bimeşînin. Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê li her derê bibe navenda têkoşînê. Li dijî van polîtîkayên qirkirinê ku Îmralî navenda vê yekê ye, divê em li her derê bi rengekî herî xurt têkoşînê bimeşînin. Eger em vê yekê bi rengekî xurt û bê navber bidomînin, teqez em ê encamekî wergirin.

‘BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ NÎŞAN DA KU FAŞÎZM Û XIYANETKAR, WÊ TÊK BIÇIN’

Em di meha Tîrmehê de ne. Em di salvegera 42’emîn a çalakiya mezin de ne. Ku hûn vê weke Roja Rûmetê ya Neteweyî û Berxwedana Mezin a 14’ê Tîrmehê pênase dikin. Weke PKK we her tim îlan kir ku hûn bi esasgirtina ruhê 14’ê Tîrmehê mezin dibin. Ruhê Berxwedana 14’ê Tîrmehê di têkoşîna we ya îro de, çawa xwe nîşan dide û çawa wate dibîne?

Destpêkê ez di şexsê şehîdên rojiya mirinê ya mezin Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de hemû şehîdên Tîrmehê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Van hevrêyan li dijî tarîtiya faşîst a 12’ê Îlonê, bi rastî jî berxwedaneke dîrokî raber kirin. Di nav şert û mercên herî zehmet, pêvajoyên herî tarî yên faşîzmê de li ber xwe dan û têkçûna faşîzmê nîşanî her kesê dan. Bi berxwedana xwe îspat kirin ku hemû zehmetî, zext û zilm dikare were derbaskirin. Di vî warî de kevneşopî û ruheke berxwedanê ava kirin. 42 sal in gelê Kurd li ser vê xeta berxwedanê têdikoşe û li ber xwe dide. Mîrateyeke azadiyê ya pir xurt, nirx û deskeftiyên ku bi saya vê berxwedanê derketine holê, hene. Dîsa ev ruh, li ser vê xetê gerîlayên Kurdistanê, gerîlayên azadiyê bi salane têdikoşin û şerê xweparastinê dimeşîne. Îro jî ev şer li ser vê xetê dimeşe. Li Zapê, li Metînayê, li eyaleta Bakurê Kurdistanê, li her derê. Li Rojava li dora vê ruh û xetê bi salane têkoşîneke mezin tê meşandin. Îro Şoreşa Rojava ya ku bandor li hemû cîhanê kirî û ji bo mirovahiyê bûyî çavkaniya îlham û hêviyê, bi têkoşîna li ser vê xetê hatî meşandin derket holê. Têkoşîna li ser vê xetê û bi ruhê 14’ê Tîrmehê hatî meşandin, li Kurdistanê destkeftiyên gelek mezin derxist holê. Kurdê Azad derxist holê. Paradîgmaya netewa demokratîk, rastiya sîstema konfederal a demokratîk derxist holê. Rêber Apo dilsoziyeke mezin nîşanî şehîdên 14’ê Tîrmehê da û bi vî rengî ev têkoşîn meşand. Li ser xeta şehîdên 14’ê Tîrmehê vê têkoşînê geşedanên girîng derxist holê. Îro bi rastî jî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, ji Şoreşa Rojhilata Navîn re pêşengiyê dike. Tevgera Azadiya Kurdistanê, îro bûye aktorekî esas. Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê, gelê Kurd di roja îro de têkoşîneke mezin a demokrasî û azadiyê dimeşîne. Ji gelên Rojhilata Navîn re pêşengiyê dike û rolekî bê hempa ji bo azadî û demokratîbûnê dilîze. Evane hemû destkeftiyên mezin in. Ev destkeftî hemû jî bi ruhê xeta 14’ê Tîrmehê û bi feraseta têkoşîn û berxwedanê derketin holê.

Vana pir hêja ne. Ev têkoşîn li ser vê xetê pêş dikeve, mezin dibe û dibe têkoşînek yekgirtî. Li hemberî îxanet û teslîmiyetê li ber xwe dide û têdikoşe. Teqez divê ev yek wiha bê nirxandin. Têkoşîna ku  li ser xeta berxwedana 14’ê Tîrmehê ya li dijî xeta teslîmiyet û xiyanetê pêşketiye û mezin bûye, ji xeta hevkar û xayîn a ku bi rejîma dagirker, qirker re li dijî azadiya gelê Kurd tevdigere dibe bersiv. Çawa ku di sala 1982’an de di bin şert û mercên faşîzma 12’ê Îlonê de li dijî hewldanên teslîmiyetê yên li zindanan berxwedaneke dîrokî hat meşandin, teslîmiyet û îxanet hat mehkûmkirin û di dîrokê de hat veşartin, niha jî gelê Kurd divê li ser heman xetê û bi heman ruhî li dijî vê xeta hevkar, xayin, xiyanetkar li ber xwe bide, têbikoşe, helwesteke xurt nîşan bide û bi mehkûmkirina îxanet û hevkariyê re wê azadî û serketinê bi dest bixe. Berxwedana 14’ê Tîrmehê îspata vê yekê ye. Berxwedana 14’ê Tîrmehê nîşanî cîhanê da ku wê teslîmiyet têk biçe, xiyanet têk biçe, zilm, faşîzm û her cure zext wê têk biçe. Ev hatiye îspatkirin. Têkoşîna ku ev 42 sal in tê dayîn îro sekna gel a bi heybet, sekna gelê azad û berxwedaneke bi heybet derxistiye holê. Niha gelê me bi heman ruhî, bi heman hestî, bi heman hişmendî, bi heman vînê, bi heman helwesta berxwedanê ya rêxistinkirî li dijî xeta teslimiyetê, xayintî, hevkarî, xayinan, rejîma qirker, mêtinger û faşîst têbikoşe û berxwedanê pêş bixe, ev faşîzm wê teqez têk biçe. Xeta hevkar û xiyanetkar jî wê bi vê faşîzmê re têk biçe.

'DU XET HENE; XETA AZADÎ Û XIYANETÊ’

Heke em bên ser mijara şer, êrîşên dewleta Tirk ên li ser dagirkirina Başûrê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bûye. Dagirker li ber çavên cihanê ji deriyên fermî yên sînor û navendên bajaran derbas dibe. Hûn vê rewşa dawî çawa dinirxînin û PDK bi vê helwesta xwe dixwaze çi bike?

Me derbarê vê mijarê de daxuyaniyeke girîng da. Di nava raya giştî de jî hat nîqaşkirin. Şerê qirkirinê yê topyekûn ketiye qonaxeke nû. Rejîma qirker, mêtinger, faşîst dixwaze xeta hevkar û xiyanetê bixe nava vî şerî û encameke teqez bi dest bixe. Bi taybetî ji nîvê Gulanê û vir ve bi vê konseptê şer berfireh û kûr kir. Em niha di Tîrmehê de ne. Ev konsept kûrbûneke cidî bi dest xistiye. Em her tim vê rewşê dinirxînin.

Armanca sereke ya dewleta Tirk pir zelal e. Dixwaze bigihîje sînorên Msak-i Millî. Hevalan gotin, ev ne dagirkerî ye, şerê îlhaqkirinê ye. Teqez ev wisa ye. Lê belê ev şerê dagirkirin-îlhaqkirinê di van mehan de; bê guman ne şerekî ku di Hezîran-Tîrmehê de pêş ketiye. Heval jî vê yekê bi giştî tînin ziman. Di sala 2019’an de li Xakurkê destpê kir û piştre jî bi Şerê Heftanînê re ev şerê dagirkirin-îlhaqkirinê destpê kir. Ji wê rojê û pê ve li Başûrê Kurdistanê polîtîkaya Mîsak-i Millî bi tevahî xistin meriyetê. Di sala 2018’an de bi dagirkirina Efrînê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Piştre Girê Spî. Polîtîkaya dagirkerî û îlhaqkirinê ya Başûrê Kurdistanê di sala 2019’an de bi êrîşkirina Xakurkê û Heftanînê dest pê kir. Ev yeke gav gav pêşket û berdewam kir. Ew vê yekê ji bo xwe weke fînalê dibînin. Hewl didin ku polîtîkaya dagirkerî û îlhaqkirinê îsal bi encam bikin. Polîtîkaya dagirkerî û îlhaqkirinê jî polîtîkaya Misak-i Millî ye. Ji xwe Devlet Bahçelî beriya niha li xwe mikur hatibû. Çapemeniya desthilatê her roj vê yekê nîqaş dike. Yanî vekirî ye û eşkere ye. Bi salan e li Başîqayê baregeheke mezin ava kiriye. Çi karê wê li Başîqayê heye? Li Başûr nêzî sed baregehên leşkerî ava kiriye. Niha hewl dide ku van hemû baregehên leşkerî bi temamî mayînde bike. Hewl dide wan hemûyan bike kalekol. Bi PDK'ê re rê dibin her derê. Niha hemû deriyên sînor ên ku bi navê bazirganiyê hatine çêkirin û vekiribûn, ji bo armancên leşkerî tên bikaranîn. Tirkiye di wan deriyên gumrikê de sewqiyata leşkerî dike. PDK hemû rê li ber artêşa Tirk vekiriye. Vaye rêya Amêdiyê li ber çavên her kesî ye. Leşker veguheztin. Bi salane vê yekê dikin.

Dewleta Tirk mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji bo xwe weke firsend û derfeteke mezin dibîne. Dibêje li her derê şer heye. Kes mudaxeleyê min nake. Jixwe her kes di nava şer de ye. Ji xwe kes guh nade hiqûqê. Kes guh nade mafên mirovan. Her kes her cure tiştan dike. Dibêje ev ji bo min jî firsendeke mezin e. Dema ku ev tiştên qirêj tên kirin de ma wê kî ji min re bibêje, ti siyaseta wisa qirêj dikî û siyaseta qirkirinê dimeşînî. Dibêje ev ji bo min derfetek e. Ez dikarim ji vê derfetê sûd werbigirim û polîtîkaya Misak-i Millî pêk bînim. Dibêje ez dikarim Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi temamî dagir û îlhaq bikim û tevlî Tirkiyeyê bikim. Dibêje ez dikarim wê bikim xaka Tirkiyeyê. Mînak niha sînorên Tirkiyê yên berê nemaye. Niha sînorên di navbera Iraq û Tirkiyê de ji holê rabûne. Tirkiye sînor guherand. Bi rastî dema ev sînor hatin diyarkirin, Tirkiyê ev sînor qebûl nekir. Wî ev yek qet qebûl nekir. Her tim dibêje sînorê me heta Çiyayê Hemrînê ye. Sînorekî ku herêmên Kerkûk, Mûsil û Silêmaniyê digire nava xwe xêz dikin. Niha vê polîtîkayê dimeşînin. PDK jî hevparê vê polîtîkayê ye. PDK di nava vî şerî de ye, hevkarê vî şerî ye.

Niha PDK bi AKP-MHP’ê re şerê qirkirina Kurdan dike. PDK li ser xwîn û canê Kurdên azad bêrîka tije dike. Sermiyanê xwe zêde dike. Li çar aliyê cihanê ji xwe re xaniyan dikire. Me di daxuyaniya dawî de diyar kiribû; hin kes bi vî awayî digirin dest. Weke ku di navbera PDK û PKK'ê de pirsgirêk hene; em jî nebin alîgirê van pirsgirêkan, em dûr bisekinin, polîtîkayek çêker bişopînin, em bang li wî jî bikin, em bang li vî jî bikin, bila pirsgirêkan çareser bikin, bi çareserkirina van pirsgirêkan Yekîtiya Netewî ya Kurd pêk were, werin em roleke wiha bilîzin. Di nava Kurdan de beşeke wiha heye. Li holê rewşeke wiha nîne. Bi rastî du xet li holê hene. Yek jî xeta xiyanetê ye. Xeteke hevkar, xayîn e. Yek ji wan jî xeta azadiyê ye. Yek ji wan bi dewlet û rejîma Tirk a qirker re şerê qirkirina Kurdên azad dimeşîne. Yê din ji bo parastina Kurdên azad her roj canê xwe feda dike û xwîna xwe dirijîne. Îcar niha hûn çawa dikarin wan bixin nav heman kategoriyê û binirxînin? Çawa hûn dikarin vê yekê wekî pirsgirêka du partiyan binirxînin? Hûn çawa dikarin yên ku bi dijmin re şerê qirkirinê dimeşînin, di nav şerê qirkirinê de ye, heta qirikê di nava xiyanetê de ye û Gladioyê weke partiyeke Kurd pênase bikin û wateyên cuda lê bar bikin… Rewşek wiha tineye. Niha her kesî dît. Artêşa Tirk bi sedan wesayîtên zirxî û tankan di deriyê sînor re derbasî Başûrê Kurdistanê kirin û çûn Amêdiyê. Mesela wê rojê, 3’yê Tîrmehê qet dengê ji Mesûd Barzanî derneket. Ji nişka ve derket pêşberî raya giştî û bi lez û bez çû Bexdayê. Li Bexdayê bi gelek komên Şîa û Sunnî re hevdîtin pêk anî. Hema bêje bi hemû balyoz û sefîrên Ereb û sefîrê Îranê re hevdîtin pêk anî. Bi konsolos û sefîrê Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anî. Ew di nav liv û tevgerê de ye. Çima ew roj çû? Me daxuyaniya vê da.

Li Bexdayê derdorên girîng hene ku ji ber polîtîkayên Neo-Osmanî û polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêzar bûne. Di nava dewletê de beşek mezin heye ku ji ber vê yekê bêzar bûye. Ji partiyan bigire heta burokratên cuda û beşên cuda yên civakê nerazî ne. Barzanî ji bo van bertekan bêdeng bike çû Bexdayê. Wî hewl da ku pêşiya bertekan bigire. Êrîşên dagirkeriyê yên berê tê bîra we, hem welatên Ereb û hem jî Yekîtiya Ereban gelek daxuyaniyên şermezarkirinê didan û helwesta xwe eşkere dikirin. Çû balyozên welatên Ereb civand û bi wan re civînek li dar xist. Wî hewl da ku pêşiya bertekan bigire. Di vê mijarê de gelekî xebitî. Piştre hat û bi balyozê Tirkiyê yê Hewlêrê re hevdîtin kir. Yanî li ser navê Tirkiyeyê lobiyê dike û siyasetê dike. Di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava de jî heman rol lîst. Dema Efrînê dagir kirin, PDK di nava dîplomasiyeke pir çalak de bû. Ji bo rewakirina dagirkeriyê dixebitî. Di dagirkirina Serêkaniyê de jî heman rol lîst. Hemû rêxistinên girêdayî wî, çi mezin û çi bi biçûk, heman xebat dimeşandin. Niha jî ji bo rewakirina polîtîkayên dagirkerî û îlhaqê yên Tirkiyeyê û pêşî li bertekan bigire, li ser navê Tirkiyeyê bi awayekî çalak dîplomasî û lobiyê dike. Yanî rasterast di nava şerê qirkirinê de ye. Başûrê Kurdistanê firotiye Tirkiyê. Ne tenê beşeke wê, hemû Başûrê Kurdistanê firotiye Tirkiyê. Ji aliyê siyasî, aborî, leşkerî, weke modernîteyê... Niha li Başûrê Kurdistanê modernîteya Tirk serdest e. Bi rêzefîlm û fîlmên xwe... Niha Başûrê Kurdistanê bûye çopa Tirkiyê. Hemû tiştên ku li Tirkiyeyê diavêjin çopê li Başûrê Kurdistanê tên firotin. Li Başûrê Kurdistanê her cure nexweşî û pirsgirêkên tenduristiyê derketine û her ku diçe zêde dibe. Gelê Başûr ji çopê Tirkiyê xwe têr dike. Ji aliyê siyasî ve jî wisa ye. Niha di xizmeta polîtîkayên qirkirinê yên rejîma faşîst a qirker de ye. Niha tevahiya Başûrê Kurdistanê îlhaq dike. Yanî rewşek dagirkerî û îlhaqkirinê heye. Dagirkerî û îlhaqkirin wekî din çi ye? Ev e. Ma li holê îrade heye? Îradeya Kurdan heye? Helwestek Kurdayetî heye? Helwesta wî heye? Tine ye. Ev dagirkerî û îlhaqkirin e.

BANG JI BO GELÊ BAŞÛR Û IRAQÊ: DIVÊ LI DIJÎ DAGIRKIRIYÊ ÇALAKIYAN LI DAR BIXIN

Hikûmeta Iraqê û hikûmeta Sûdanî ji bo hin berjewendiyên qirêj, hesabên biçûk û berjewendiyên cuda yên siyasî û aborî polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk pejirandin. Belê, dewleta Iraqê di nava xwe de perçe bûye, gelek alî hene. Em jî dizanin ku yên li dijî vê dagirkeriyê disekinin hene. Em dizanin ku nerazîbûnên mezin jî hene. Lê rewşa dewleta Iraqê jî diyar e. Rewşeke pir perçebûyî, belavbûyî û lewaz heye. Hikumeta vê dewletê li gor berjewendiyên cuda yên siyasî û aborî bi dewleta Tirk re peymanek çêkir: Ev êrîşên dagirkeriyê pejirand û bû perçeyek ji êrîşên dagirkeriyê. Em di wê baweriyê de ne ku civaka Iraqê ji vê rewşê gelekî bêzar e. Biqasî hin aliyên di nava dewletê ji vê rewşê bêzar in, civaka Iraqê jî bêzar e. Ev yek bi kêrî Iraqê jî nayê. Encamên van polîtîkayan wê di rojên pêş de derkeve holê û wê zirareke mezin bide Iraqê. Iraqê dara binê xwe birî. Bi vî rengî, bi vê polîtîkayê hem dagirkeriya Tirk rewa kir, hem jî hevkariya bi salan a PDK'ê ya bi dewleta Tirk re rewa kir. Em vê helwesta hikûmeta Iraqê bi tundî rexne dikin û red dikin. Banga min a sereke -li ser navê rêxistinê, rêxistina me, tevgera me- ji gelê Başûrê Kurdistanê, gelê Iraqê, civaka Iraqê re ye. Helwesta hevkarî û xayintiya PDK’ê û helwesta dewleta Sûdanî ya rewakirin û erêkirina dagirkeriyê, zirareke mezin dide gelê Başûrê Kurdistanê û civaka Iraqê. Ew paşeroja gelên Iraqê tarî dikin. Divê gelê me li hemberî vê helwesteke pir xurt nîşan bide. Divê li dijî dagirkeriyê xwedî helwest be. Divê li her derê dagirkerî bi tundî bê şermezarkirin.

Dîsa divê rewşenbîr, nivîskar û hemû pêkhateyên demokratîk ên Ereb li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin û helwesteke pir xurt raber bikin. Niha hin bertek pêş dikevin. Lê ne bes e. Pêwîste ev yek hîn xurtir were pêşxistin. Divê hemû hêz li dijî vê îxanet, hevkarî û şerê qirkirinê yê rejîma qirker, mêtinger û faşîst bibin yek. Divê têkoşîneke hevpar, yekgirtî bê meşandin. Niha bi awayekî lezgîn pêdivî bi vê yekê heye. Bi gotineke din, pêvajoya ku em tê de ne, bi rastî pêvajoyeke pir krîtîk û dîrokî ye. Ger di vê pêvajoyê de helwest, sekneke xurt dernekeve holê, xeterî pir mezin e.

‘TENÊ BI BERXWEDANA GERÎLA RE NABE, DIVÊ GEL LI DERÊ RABIN SER PIYA’

Belê, gerîla li ber xwe dide. Pir bi biîhtişam li ber xwe dide. Her roj canê xwe dide. Berxwedaneke li ser xeta fedayî heye. Lê ev bi tenê berxwedana gerîla re nabe. Gerîla ji bo azadiya vî gelî, ji bo azadiya gelan, ji bo pêşeroja demokratîk li ber xwe dide, canê xwe dide. Divê gel di nava vê berxwedanê de cih bigire. Divê gel cihê xwe di vê berxwedanê de bigirin. Divê tenê nebin alîgir. Raste rast bibin parçeyek vê berxwedanê. Di nava berxwedanê de cih bigirin. Divê li her derê rabin ser piya. Li dijî şerê dagirkerî, qirkirinê, li dijî faşîzmê divê bi vîneke pir bihêz ê birêxistinkirî raber bikin. Divê her alî veguhere lehiya ji mirovan. Ha em dibêjin ya xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê, niha dema wê ye ku em vê helwestê raber bikin.

Êdî em nikarin bibêjin “gerîla li berxwe dide, em jî hinek piştgirî bidin.” Ev rewşeke ji piştgiriyê wêdetir e. Êdî dem ew deme ku gel parastina xwe bi xwe bike. Dema pêşxistina xweparastinê ye. Gelê me divê li her derê rabin ser piya, xweparastina xwe bikin. Şerê gelê şoreşgerî çi ye? Şerê gelê şoreşgerî xweparastin e, li dijî her curê êrîşan rabûn û pêşxistina xweparastina xwe ye. Nikare vê ji gerîla hêvî bike. Gerîla jixwe tişta ku divê bike, dike. Serkeftin bi tenê têkoşîn gerîla, berxwedana gerîla nayê bidestxistin. Serkeftin bi xweparastin, berxwedan û têkoşîna hevpar a gerîla û gel tê bidestxistin. Êdî wê ev gel jî bi her aliyê ve heta hûcreyên xwe, xwe weke xwediyê vê têkoşînê bibîne, xwe tê de bibîne, xwe weke parçeyeke ji têkoşînê bibîne. Li her derê xweparastinê, şerê gelê şoreşgerî pêş bixe û mezin bike. Em ji gelê xwe re nabêjin ku her yek ji we keleşê bigirin destê xwe, BKC bigirin, top bigirin, fuze bigirin û şer bikin. Em vê nabêjin. Lê li her derê êrîşeke cidî heye. Gelê me divê li her derê ji 7’ê heta 70’ê salî rabin ser piyan. Divê serî hildin û xweparastinê pêşbixin. Serhildan tarzê herî bihêz a xweparastina gel e. Gelê me divê vê pêş bixe. Yanî ev qas sal berdêl da. Bi rastî jî berdêlên mezin û giran da, êş kişand. Ev çend nirxên mezin derketin holê. Rastiya têkoşînê ku ewqas nêzî azadiyê bûye, derket holê. Niha dem hatiye ku vê bi awayekî herî xurt bi ewle bikin, mîsoger bikin, biparêzin. Bi rengekî topyekûn… Ev bi rastî jî xaleke pir girîng e. Bi taybet jî divê girîngî bidin vê mijarê, nîqaş bikin. Her kes di vê mijarê de xwe bi xurtî rexne bike, ji xwe bipirse bê ka ez li ku derê vê têkoşînê me, çawa tevlî dibim, divê çawa tevlî bibim, muhasebeya vê bi xurtî bike û bi hemû hêz û enerjiya xwe tevlî vê têkoşînê bibe. Ez vê pir girîng dibînim. Nexwe şerê gerîla li her derê bi qehremaniyên pir mezin û bi dayîna berdêlan dewam dike. Va ye li her derê Bakurê Kurdistanê berxwedan û şereke mezin heye. Me hevrêyên pir hêja şehîd dan. Me hevrêyên Şêxmûs, Bêrîtan, Brûsk, Rûstem, Kamuran, Axîn û bi dehan hevrêyên hêja di vê pêvajoya nêz de şehîd dan. Yanî me bi deh hezaran şehîd dane. Zêdetirî 50 hezar şehîdê vê têkoşînê hene. Û em bi berdewamî şehîd û berdêlan didin. Li her derê berxwedaneke biîhtişam heye. Niha jî heval di şert û mercên herî zehmet de, birçî, tî, bêpêlav, bêxew ji her curê şert û mercên zehmet re derbas dibin û vê têkoşînê bi salan in bi ruhê 14’ê Tîrmehê didomînin û wê bidomînin jî. Ev berxwedan 4 sal in li Zap, Metîna, Avaşîn, Heftanîn, Xakurke, li her derê, li hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê bi melbendiya Zapê di asta herî bilin de dewam dike. Di dema herî dawî de hevrê Onur, Canfeda, beriya wê me bi dehan hevrêyên xwe di vê berxwedanê de şehîd dan. Ez hemû şehîdan bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînim. Li ser vê xetê hevreyên me vê berxwedanê bidomînin. Lê ya girîng ew e ku gelê me jî bi heman ruhî xwe weke parçeyekî vê berxwedanê bibîne, ji bo berxwedanê seferber bibe û li her derê bi awayekî pir biîhtîşam rabe û bêyî navber vê têkoşînê bidomîne. Divê ne tenê temaşe bike û piştgirî bide. Divê bibe hevpar û parçeyê têkoşînê, di nav de cih bigire.

Dema ku ev van dibêjim û asta berxwedana heyî rexne dikim, ez nabêjim ku gelê me li ber xwe nade û xwe weke parçeyekî vê têkoşînê nabîne. Ez di wê baweriyê de me ku hişmendiya gelê me, asta naskirina vê tevgerê, asta têgihiştinê pir baş fêm dike ku mebesta me çi ye. Yanî helbet gelê me bi awayekî bêyî navber bi taybet 42 sal in vê têkoşînê dimeşîne. Jixwe têkneçûna vê têkoşînê jî ji ber vê ye. Gelê me helbet di nava vê têkoşînê de ye. Berdêlên pir giran da. Îro bi deh hezaran kes di zindanan de ne, di bin êşkenceyê de ne. Dapîr û bapîrên me yên 70-80 salî li zindanê di bin şert û mercên êşkenceyê de ne, di bin zextê de ne.

Gelê me jiyana xwe ji dest didin. Girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Helbet em van dizanin. Ev helwesteke pir bi nirx e. Lê ev di qonaxa têkoşînê ya heyî de ne têrker e. Yanî niha bi dewleta Tirk a qirker û kedxwar re şerekî mezin û dawî dikin. Yanî dewleta Tirk li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê, li dijî gelê Kurd ên têkoşîna azadiyê dide, li dijî gelan şereke qirkirinê yê topyekûn dimeşîne. Têkoşîna bi şêweyê ku heta niha hatiye dayîn li hemberî vê şerê qirkirinê yê topyekûn nabe bersiv. Li dijî vê têkoşîn û berxwedaneke topyekûn pêwîst dike. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim ev e. Yanî tevlîbûna di vê astê de, berxwedana di vê astê de berxwedaneke ku tê bendewarkirin e. Ez ji dil pêbawer im ku gelê me wê ev yek pêş bixe. Gelê me heta niha berdêlên giran dan ber çavên xwe, êşên mezin kişandin û vê têkoşînê anîn vê rojê. Ji niha şûnde jî wê ev têkoşîn bi berxwedana gelê me, berxwedana gerîla, bi tekoşîna hevpar û berxwedana topyekûn teqez bi ser bikeve. Ez bibawer im.

‘DEWLETA TIRK TEVÎ PIŞTGIRIYA NATO’YÊ ENCAM NAGIRE’

We qala konsepta şer a Tirk a di pêvajoya dawî de kir. Xebatên dîplomasiyê yên Erdogan ên li ser vê bingehê li ber çavan e. Gelo pêkan e mirov pirsgirêkên aborî û civakê yên li Tirkiyeyê bi şer ve girê bide? Nêrînên we yên li ser vê mijarê çi ne?

Helbet Erdogan ji bo vê şerê qirkirinê piştgirî kom bike parzemîn bi parzemîn digere. Li her parzemînê jî qul bi qul digere. Carekî lê dinêrî li Asyayê ye. Careke lê dinêrî li Rusyayê ye. Lingek wî li Çinê ye. Lingek wî li Kazakîstanê ye. Lingek wî nizanim li ku derê ye. Piştre lê dinêrî va çûye Amerîka yê. Lê dinêrî çûye Ewropayê. Lê dinêrî çûye Afrikayê. Digere. Çima? Tenê armancek heye. Ev jî piştgiriya ji bo vê şerê qirkirinê ye. Ji bo piştgiriyeke hê zêdetir. Gelo piştgirî nayê dayîn? Tê dayîn. Bi salan e bi piştgiriya NATO’yê vî şerî dimeşîne. Piştgiriya NATO’yê jî dewam dike. Niha di meşandina vî şerî de jî erêkirin û piştgiriya NATO’yê heye. Heya helwesta Iraqê jî bi NATO û ABD’ê re girêdayî ye. Sudanî beriya bi Erdogan re bicive çû Amerîkayê. Hefteyek li Amerîkayê ma.

Di tevahiya hefteyekî de nîqaş kirin. Gelek hevdîtin kirin. Sudanî hê bêhna xwe nedayî hat Bexdayê. Piştre Erdogan çû Bexdayê. Li hev civiyan. 22-27 lihevkirin çêkirin. Kirinên xwe eşkere kirin. Piştre jî êrîşeke îlhaq û dagirkirinê ya wiha berfireh destpê kir.

Û Iraq jî piştgirî da vê. Niha em dikarin vê helwesta Iraqê ji hevdîtinên li Amerîkayê hatine kirin, serbixwe bigirin dest? Em nikarin. Yanî NATO bi salan in piştgirî dide. Piştgiriya xwe jî didomîne. Lê tevî piştgiriya NATO’yê jî encam nagire. Yanî encam nagire.

Niha rejîmeke faşîst hildiweşe. Bi rastî jî diperpite. Ji bo ku hilneweşe diperpite. Niha di rewşeke ketî de ye. Yanî li Tirkiyeyê binêre, sîyaset ketiye. Polîtîkaya wê ya hundir, polîtîkaya wê ya derve têk çûye. Aborî têk çûye. Têkçûna li nava civakê heta çokê ye, bi milîtarîzekirina civakê hewl dide xwe bi netewperestî û şovenîzmê re li ser piyan bigire. Civakeke ku wiha têk diçe heye. Ji ber ku eger civaka li Tirkiyeyê li hember şerê qirkirinê ya li Kurdistanê têkilî pê neyne, bêdeng bimîne, ew civak bi nirxên xwe yên civakî nikare weke mirov bijî. Wê birize. Yanî wê exleqa wê nemîne. Li kêleka wê Kurd bên qetilkirin, gelekî wê bê qirkirin, heta gor û xestiyên wan werin êşkencekirin. Xestiyên zarokên wan di nava qutiyan de bidin dayikên wan. Dayikên Kurd rûnin û lê temaşe bikin. Qey wê ew dayik weke dayikeke bimîne? Wê wijdana wê dayikê bimîne? Wê exlaqa wê bimîne? Wê exlaq û wijdana wê bavê bimîne? Wê wîjdan û exlaqa civakê bimîne? Wê bêesl bibe, birize. Wê ewqas bêhiqûqî, bêeadaletî li Kurdan were kirin. Civaka Kurd wê bi her aliyê ve di bin êrîşeke wiha bêedaletî û bêwijdaniyeke mezin de bimîne, wê civaka Tirkiye birûne, lê temaşe bike. Gelo di wê civaka Tirkiyeyê de exlaq, wîjdan, mirovatî bimîne? Namîne, wê bêesl bibe, birize. Rizand. Ev siyaseta qirêj civakê jî rizand. Hûn dibêjin aborî. Gelo li holê aborî hişt? Yanî hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo vê şerê bi kar anî. Ji bo şerê qirkirina Kurd bi kar anî. Mînak niha civaka Tirkiyeyê birçî dijî birçî!

Ne li sînorê birçîbûnê ye. Wisa ne di şert û mercên xizaniyê ya asayî de dijî. Birçî ye birçî. Yanî li çopê jî nan nabîne. Yanî rewşên herî rezîl dijî. Baş e, ma ev civak lêpirsîn nake? Yanî welatekî weke Tirkiye dewlemend, xwedî ev qas çavkaniyên dewlemend, çandê dewlemend, erdnîgariya dewlemend çima di vê rewşê de ye? Ji ber ku hemû ji bo şer tê veqetandin. Mînak ev yek lêpirsîn nakin. Ev hemû ji bo şer tê veqetandin. Ji bo Şerê Qirkirina Kurdan… Ev girîng e. Li aliyê din mînak xweza tê hilweşandin. Yanî li Tirkiyeyê rant û talan pir zêde bûye. Her der maden e, her der HES e. Niha xwezaya Kurdistanê hilweşandineke mezin dijî. Li her derê wê kana madenê, kana xîzê, bîrê petrolê vekiriye. Bendavan çêdikin, daristanan talan dikin. Yanî ne tenê mirovan, heywan, nebat, zindî û her curê zindiyan qetil dike. Va ye şewata li Amed û Mêrdînê, dewleta Tirk bi xwe derxist. Li her derê daristanên Kurdistanê dişewitin. Tiştê naşewitîne jî dibire û difiroşe. Xwezayê hildiweşîne. Çima? Dixwaze bide koçberkirin. Dixwaze ji mirovan xalî bike. Dixwaze van deran bê Kurd bihêle.

Rojên derbasbûyî nûçeyek çêkirin. Şirnex… Her aliyê wî çiya, daristan e; Bajarê herî qirêj ê Tirkiyeyê derket. Li her aliyê ava çavkaniyê, kanên madenê vekirine. Ev hemû kîmyayên ku di kanên madenê de bikar anîne, tevlî wê avê bûye. Ava çavkaniyê qirêj bûye. Li kaniyên malan aveke weke qîr tê. Civakê jehrî dike. Ne ava paqij, ne hewaya paqij û ne jî axa paqij hişt. Her derê jehrî dike. Mirov ji bo vê divê qiyametê rake! Niha em dibêjin xweparstin, dibêjin şerê gelê şoreşgerî. Li dijî vê rabûneke mezin pêwîst dike. Ev jî xweparastin e. Cihê ku tu lê dijî, hildiweşînin, jehrî dikin, tînin rewşa ku lê neyê jiyankirin. Mînak divê qiyamet rabe. Ev jî li dijî rejîma qirkirinê, li dijî şerê qirkirinê berxwedan e. Ew jî parçeyek berxwedanê ye. Mînak pêwîste di vê mijarê de li her derê, li Şirnexê, li her derê Botan e, li her derê Serhedê, li her derê Başûrê rojava, li Dersimê; yanî li tevahiya Kurdistanê têkoşîneke pir bihêz were dayîn.

Bi heman awayî li dijî jinan jî polîtîkayeye dijminatiya jinan dimeşînin. Yanî hema hema bêyî îstîsna her roj 2 jin tên qetilkirin. Di nava mehê de 60-70 jin tên qetilkirin. Yanî ne wisa reqem e, dibêjî û derbas dibî! Ne tiştekî wisa hêsan e. Bi rastî jî li ser jinan polîtîkayeke tevkujiya jinê heye. Bi heman awayî ev weke parçeyeke polîtîkaya qirkirinê ya li Kurdistanê jî tê bikaranîn. Destdirêjî û fuhûş li jinan tê kirin. Li dijî ciwanên Kurdistanê her curê êrîş, tiryak tê bikaranîn. Yanî di şexsê jinan de polîtîkayeke qirkirinê ya civakî heye. Niha jî dibêjin 9’emîn Paketa Darazê. Di zagon û destûra bingehîn de her tiştê ji bo jinan ji holê radikin. Di vê mijarê de jî têkoşîna yekbûyî ya jinan pêwîst dike. Têkoşîneke pir bihêz pêwîst dike. Ne tenê têkoşîna jinê jî, têkoşîneke civakî pêwîst dike. Civak divê ji vê rewşê derbikeve. Yanî polîtîkayên tevkujiya civakê, tevkujiya jinê, tevkujiya xwezayê yên pir tirsnak tê meşandin. Ha di heman demê de ev îspata têkçûna rejîma faşîst e. Yanî hilweşiyaye. Di vê tarzê de nikare bi rêve bibe. Bi hilweşandinê hewl dide xwe li ser piyan bigire. Helbet di vê mijarê de tişta ku were kirin, têkoşîna hevpar, yekbûyî ya hêzên ked, azadî û demokrasiyê û mûxalefeta demokratîk e. Eger civakê jî di nava xwe de bihewîne têkoşîneke civakî ya bihêz, têkoşîna ekolojîk, têkoşîna jinê, yanî eger têkoşîneke yekbûyî, têkoşîn û berxwedana civakî pêş bikeve dikarin pêşî li vê talûkaya bê girtin. Helbet ev hemû jî encama Şerê Qirkirina Kurdan e.

Hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê rû didin, encama Şerê Qirkirina Kurdan e. Helbet di vê mijarê re serwextkirin, hişyarkirin, rêxistinkirin û tevgerandina civakê erka pêşeng e. Erka muxalefeta demokratîk e, erka hêzên demokrasiyê ye, erka siyaseta demokratîk e. Heta niha kêmaniyên di vê mijarê de jî pir in. Yanî helbet têkoşîneke diyar heye. Mînak li Bakur Meşa Rêzgirtina ji Vînê re, çalakiyên Deng Bide Azadiiyê, çalakiyên malbatên girtiyan, çalakiyên nobetê yên li dijî polîtîkayên qeyûmê…

Ev pir girîng in. Bi rastî jî di civak û raya giştî ya Tirkiyeyê jî hestiyariyeke pir cidî derxist holê, geşbûneke diyar afirand, têkoşîn û berxwedaneke civakî derxist holê. Lê ev ne têrker e. Niha şerekî qirkirinê yê topyekûn heye. Li ser civakê şerê qirkirinê yê civakî heye û li dijî vê berxwedaneke civakî yê topyekûn, bi pêşengiya hêzên demokrasiyê bi awayekî bihêz pêş dikeve.

Di vê mijarê de hîna jî kêmasî hene. Divê vê kêmaniyê bi lez derbas bikin. Yanî van hemû nîvendên têkoşînê bikin yek û veguherînin têkoşîneke topyekûn. Nexwe helbet di asteke diyar de têkoşîneke girîng heye, lê ne têrker e. Li hemberî êrîşan kêm dimîne. Pêwîstî bi têkoşîneke bêhtir yekbûyî û topyekûn heye.