Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk zextê li çeteyên dijberî asayîkirina têkiliyan dike

Dosya penaberan, rewşa li herêmên dagirkirî piştî daxuyaniyên serokkomarê Tirk ên asayîkirina têkiliyên bi hikumeta Şamê re û rewşa dawîn a li Xezayê, rojevên çapemeniya erebî yên îro ne.

Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk zextê li çeteyên dijberî asayîkirina têkiliyan dike
17 tîrmeh 2024   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rojeva Sûriyeyê rojnameya Annahar a Lubnanê nûçeyek bi sernavê "Civata navneteweyî di komployê de şirîkê rejîma Sûriyeyê ye” weşand. 

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku dosyaya penaberên sûriyeyî li benda çareseriyê ye û her çi qas pirsgirêk hebe çareserî jî hene.

Hate destnîşankirin ku rejîma Sûriyeyê kaxiza penaberên sûriyeyî bi kar tîne, ji bo ku ji Lubnanê tawîzan bi dest bixe û heke rast be jî divê Lubnan li hember vê helwestê li ber xwe bide, ne ku lê temaşe bike û bê çare bimîne.

Li gorî nûçeyê, rejîma li Şamê li gorî berjewendiyên xwe tev digere û berjewendiya Lubnanê paşguh dike, lê di heman demê de “gelek lubnanî ji bo berjewendiya rejîmê dixebitin û bi rejîmê re dek û dolaban digerînin”.

Di nûçeyê de helwesta civata navneteweyî ku "dostaniyê" îdia dike, hate bibîrxistin ku di pêşwazîkirina penaberan de, alîkariyê nade û ji Lubnanê re derfetan jî peyda nake, ji bo ku kar û barên penaberan li ser axa xwe bi rêxistin bike. Berovajî wê gefan lê dixwe ku dê alîkariyan rawestîne.

‘ENQERE MILÎSÊN XWE Û DIJBERÊN ASAYÎKIRINA TÊKILIYÊN BI ŞAMÊ RE, TENGAV DIKE’

Rojnameya El Watan a ser bi hikkumeta Şamê ve girêdayî rewşa li herêmên dagirkirî nûçeyek parve kir.

Di nûçeyê de hate gotin desthilata Tirk li herêmên dagirkirî çeteyên xwe yên "Artêşa Nîştimanî" û dijberên hewldanên asayîkirina têkiliyan bi Şamê re, ji destpêka vê mehê ve tengav dike.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku zêdetirî 400 çeteyên "Artêşa Nîştimanî" û milîsên "Ehrar El Şerqiye", "Ceyş El Şerqiye" û El Cebhe El Şamiye" mehaneyên xwe yên meha Hezîranê wernegirtine û diyar bû ku desthilata Tirk ji sedî 15-20 ji mehaneyên wan kêm kiriye.

‘SEROKÊ ÎRANÊ Û PIRSÊN RASTÎN’

Nivîskarê lubnanî Xeyrullah Xeyr ji rojnameya El Ereb re têkildarî bernameya reformên li Îranê nivîsî.

Xeyr diyar kir ku li gel şer û aloziyên siyasî li herêmê rejîma siyasî ya li Îranê aram bû ku hilbijartinên birêxistinkirî û aştiyane li dar xistin û îdiayên hin pirsporên kar û barên Îranê derewandin.

Xeyr da zanîn ku aramiya siyasî û uslûba lidarxistina hilbijartinan, zîrekiya fermandarê şoreşa îslamî ya Îranê Ayetullah Xamineyî û dilsoziya gelê Îranê ku demokrasî pêk were, diyar dike.

Nivîskar di nivîsa xwe de anî ziman ku Mesûd Pizîşkiyan gelek pirs kirin ku divê "Komara Îslamî" bersiva wan bide, mîna tevgera milîsan li Iraqê, Sûriye, Lubnan, Yemenê û herêmên din ên cîhanê.

‘ŞÊNIYÊN XEZAYÊ: CÎHANÊ EM BI TENÊ HIŞTIN’

Rojnameya El Quds El Erebî têkildarî rewşa dawîn a li Xezayê nûçeyek parve kir. Li gorî rojnameyê, dema ku Îsraîlê nepeniya aqûbeta fermandarê baskê leşkerî yê Hemasê Mihemed El Dêf fêm bike û çawa êriş dê bandor li ser dan û standinên dîlgirtiyan bike, şêniyên Xezayê pê dihesin ku piştî derbasbûna 9 mehan ji şer, bi tenê hatine hiştin û Îsraîl bê şert û bê qeyd êrişên xwe didomîne.

(şx)