Di encama bombebarana dewleta Tirk de şewat derket

Dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bê mirov gundê Badîna yê li sînorê Nalparêz bombebarankirin û di encamê de agir bi herêmê ket.

 Di encama bombebarana dewleta Tirk de şewat derket
17 tîrmeh 2024   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku di danê sibehê de artêşa Tirk a dagirker bi balefirên bê mirov sînorê gundê Badînan yê ser bi navçeya Nalparêz ya bajarokê Pênciwên ser bi parêzgeha Silêmaniyê bombebarankirin.

Deverên tên bombebarankirin bi sedan km ji sînorê Tirkiyeyê dûre û binpêkirinek eşkere ya serweriya xaka Iraqê ye, lê hikûmeta demborî ya Herêmê û hikûmeta Bexdayê çav û guhê xwe li vê dagirkeriyê girtine. Ji ber vê bêdengiyê ziyanek mezin bi herêmê û welatiyan dikeve.

Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistan-Iraqê (CPT) piştî êrişên dagirkeriyê yên di 15’yê Hezîranê de destpê kiribûn bi ku 9 gund bi temamî hatin valakirin û herî kêm 184 malbat jî koçber bûn.

CPT di rapora xwe de behsa baregehên nû yên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê jî kir.  Dewleta Tirk hejmara baregeh û qereqolên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê ku bi giştî 74 e û 10 baregehên din zêde kir. Di nav baregehên nû de 2 baregeh li herêma Nihêlî ya Amêdiyê, 7 baregeh li herêma Batîfa ya Zaxo û baregehek jî li herêma Sîdekan ya Soran hene.